'Em ê rê li pêşiya tundiyê bigirin' 2020-10-01 09:04:00   Sara Şêx Hesen   HELEB - Ji Rêveberiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê Emîne Ebdo tundiya li ser jinê û hewildanên pêşxistina fuhuşê ya di nava ciwanan de nirxand û wiha got: "Li dijî tundî û hewildanên pêşxistina fuhuşê me dest bi pêngava bi navê 'Em dibêjin na' kiriye. Armanca me ya vê pêngavê ew e ku hewildanê dijmin ên ku dixwaze di nava civaka me de ava bike bişkînin."   Di van demên dawiyê de li hemû derê tundî, qetilkirin û xwekuştina jinan zêde bûye. Her wiha li gelek cihan desthilatdar dixwazin bi tiştên mîna fuhuş û hişbirê ciwanan hedef bigirin. Li dijî tundî, qetilkirin, xwekuştin, hişbir û fuhuşê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan pêngava bi navê 'Em dibêjin na' hat destpêkirin û bi vê pêngavê civak û ciwan tên hişyarkirin û çalakiyên cur be cur tên lidarxistin.Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê Emîne Ebdo nêrîna xwe parve kir.   'Bi êrîşên mîna tecawiz, qetilkirin û îşkenceyê tê xwestin destkeftiyên jinan têk biçin'   Emîneyê di destpêka gotina xwe de balkişand ser rola jinê ya di nava civakê de û wiha got: "Jin di civaka xwezayî de weke xwedawend dihat pênasekirin, ji ber di wê demê de jî yên ku di nava civakê de wekhevî û edalet dida meşandin jin bûn. Bi pêşketina zîhniyeta baviksalarî vîna jinê hat armanckirin û xwestin jinê bikin kole. Jin di nava civakê de hat biçûkxistin û di çarçoveya hin tiştan de sinordar ma. Jin heta roja îro jî bi çanda xwe ve gelek girêdayî ye û yên ku civaka xwe bi rêve dibe û çanda xwe didomîne jin e. Piştî bi hezar salan jinê careke din zincîra koletiyê şikand û ber bi azadiya xwe ve meşiya, mînaka wê jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Li Rojavayê Kurdistanê sîstema me bi pêşengtiya jinê ve bi rê ve diçe. Desthildar jî dizane ku yên ku civakê bi rê ve dibe jin e, ji bo wê di hemû waran de êriş li ser jinê tên kirin. Bi êrîşên mîna tecawiz, qetilkirin û îşkenceyê tê xwestin destkeftiyên jinan têk biçin."   'Desthilatdar dixwaze îrade û hebûna jinê bişkîne'   Emîneyê di dewama gotina xwe de diyar kir ku wan li dijî tundî û hewildana fuhuşê dest bi pêngava bi navê 'Em dibêjin na' kirine û wiha domand: "Em jî weke jinên ciwan ên Helebê tevlî pêngava 'Em dibêjin na' bûn. Bi rêya vê pêngavê em çalakiyên mîna perwerde, komcivîn, meş, daxuyanî, hişyarî li dar dixin. Em dikarin bi rêya zanebûnê li hember fuhuş û tundiya li ser jinê rawestin. Di roja me yê îro de bi awayekî pir zêde jin tên qetilkirin, heta hatiye wê astê ku jin xwe bikuje. Ev hemû jî desthilatdar bi zanebûn dike, ji ber dizane îro jin bûye xwediyê îrade û hebûnekê. Niha desthilatdar bi rêyên cur bi cur bi hest û derûniya jinan dileyîze. Di hemû waran de desthilatdar êrişî jinê dike. Ji bo wê em jî wek jinên ciwan tevlî pêngavê bûn."   'Divê em hemû bibin yek'   Emîneyê herî dawî bang li tevahî jinên ciwan kir da ku tevlî pêngavê bibin û wiha bi dawî kir: "Li dijî tundiya li ser jinê divê em hemû bibin yek  da ku van êrîşan têk bibin. Her wiha li herêmên ku hatine dagirkirin mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî sûcên bêexlaqî tên meşandin. Jin her roj bi tundiyê re rû bi rû tên hiştin, banga me li dewletên navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan heye da ku ji van kiryaran re bêjin êdî bes e. Herî dawî banga min li tevahî jinên ciwan heye ku werin tevlî vê pêngavê bibin û em tundiya li ser jinê bi dawî bikin û tiştên ku desthilatdar dixwaze bîne serê me, bi rêya zanebûnê ji holê rabikin."