ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-01 09:00:00     *Ji Rêveberiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê Emîne Ebdo tundiya li ser jinê û hewildanên pêşxistina fuhuşê ya di nava ciwanan de nirxand û wiha got: "Li dijî tundî û hewildanên pêşxistina fuhuşê me dest bi pêngava bi navê 'Em dibêjin na' kiriye. Armanca me ya vê pêngavê ew e ku hewildanê dijmin ên ku dixwaze di nava civaka me de ava bike bişkînin." DÎMEN HEYE   *Piştî piştgiriya HDP’ê û TJA’yê ji bo Îpek Er a ku çawîşê pispor Musa Orhan bû sedema mirina wê, jinên Êlihê ji piştevaniyê hêz girtin û dema tundî li wan tê kirin herî zêde serî li van saziyan didin. Aktîvîsta TJA’yê û hevseroka HDP’ê ya navçeya navendî ya Êlihê Gurbet Dogan diyar kir ku di nava hefteyekê de herî kêm 3 serlêdan tên kirin. DÎMEN HEYE   **Hevseroka Komînan a gundê Maratê yê Kantona Şehbayê Sara Hebeş a ji Herêma Efrînê li ser girîngiya bingehgirtina komînê ya di civakê de wiha got: "Komîn jiyana komînal, yekbûyin, hevbeşî, çareserî û mala duyem a gel e. Pêwist e her kes berê xwe bide komînan û pirsgirêkên xwe li wir çareser bike. Komîn yekîtiya civakê û bingeha avakirina wê ye."  DÎMEN HEYE   * Şêniyên Serêkanî û Girê Spî piştî ku xwe ji Rêjîma BAAS'ê rizgar kirin bi êrîşên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê re rûbirû man. Bi vîn û berxwedanê êriş têk birin û xwe bi Projeya Netewa Demokratîk, azadiya jin û jiyana hevbeş xurt kirin û bi berxwedana xwe ji tevahî cîhanê re bûn nimûne. DÎMEN HEYE   *Jinên HDP’î diyar kirin ku desthilatdariya ketiye zorê êrîş dike, nikare welat bi rêve bibe û gotin armanca desthlatdariyê eve ku rejîmê biguhere. Jinan banga têkoşîna hevpar kir. DÎMEN HEYE   *Welatiyên li taxa Bayirli ya Artemît a Wanê dijîn, diyar kirin ku şaredariya AKP’î naxebite û tu hewcedariyên wan nayên cih. DÎMEN HEYE   *Abdulkadîr Kuday ê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê dimîne, hat diyarkirin ku ji lingê xwe felç bûye û ranekirine nexweşxanê. Dayika Abdulkadîr Salîha Kuday bertek nîşanê rewşê da û got: “Edeleta Erdogan tenê ji bo diz û bazirganan heye.” DÎMEN HEYE   *Li Mîdyata Mêrdînê mêrê bi navê Ezber Akyuz ê li hember zarokê êrîşa zayendî pêk anîbû, piştî 12 roj girtinê hat berdan. Şêniyan gumanbar ji taxê qewirandin.