Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin 2020-10-01 08:21:41       QERS - Li Qersê di operasyoneke li dijî HDP'iyan de Hevşaredar Şevîn Alaca jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.   Di saetên serê sibehê de polîsan li Qersê li dijî HDP'iyan operasyonek pêk anî û bi ser malan de girt. Di serdegirtinên malan de polîsan, Hevşaredar Şevîn Alaca, alîkarên hevşaredaran û endamên Meclisa Giştî ya Bajar jî di nav de gelek kesî binçav kirin. Lêgerîna polisan a li mala Hevserokê HDP'ê yê Bajar Cengîz Anli jî didome