Bi litreyan avê didin koguşên girtîgehan 2020-09-30 16:37:41   AMED - Girtiya siyasî ya bi navê Sîbel Kaya ya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê tê girtin bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi xizmên xwe behsa binpêkirina mafên li girtîgehê kir. Sîbelê got:"Di rojê de 150 litre ava cemidî û 50 litre ava germ didin me. Pêdiviyên me yên serşoyê û paqijiyê naynin cih."   Girtiya siyasî ya bi navê Sîbel Kaya ya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê tê girtin bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi xizmên xwe behsa binpêkirina mafên li girtîgehê kir. Sîbelê got:"Di rojê de 150 litre ava cemidî û 50 litre ava germ didin me. Pêdiviyên me yên serşoyê û paqijiyê naynin cih."   Rewşa me gelekî dijwar e   Sîbelê da zanîn ku rêveberiya girtîgehê di mijara pandemiyê de baldarî tev nagere û wiha got:"Di rojê de 150 litre ava cemidî û 50 litre ava germ didin me. Pêdiviyên me yên serşoyê û paqijiyê naynin cih. Rewşa me gelekî dijwar e. Ji bo em koguşê paqij bikin sê roj in em avê dikin ser hevdu. Me gelek carî daxwazname nivîsand lê me bersivek negirt."