Rojnameger Zeynep Kûray serbest hat berdan 2020-09-30 16:31:04   STENBOL - Rojnameger Zeynep Kûray a di çarçoveya “Lêpirsîna Bênavan” de hatibû binçavkirin piştî îfadeyên li dozgeriyê hat berdan.    Rojnameger Zeynep Kûray di çarçoveya “Lêpirsîna Bênavan” de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Piştî îfadeyên li Emniyetê, Zeynep birin Edliya Çaglayan Stenbolê. Dozgeriyê îfadeyên Zeynep girt û pişt re derbarê wê de biryara neşopandinê hat dayîn û serbest hat berdan.