‘Em dixwazin aştiyeke mayinde ji hemû gelan re pêk were’ 2020-09-30 14:39:34   HESEKÊ - Bi armanca pênasekirina çand û ola Kurdên Êzidî Saziya Ezdine ya bajarê Hesekê komcivînek li dar xist. Di komcivînê de ev tişt hat gotin: ”Em dixwazin ku aştiyeke mayinde ji hemû gelan re pêk were. Ev yek jî jin bi xwe re ava dike, ji ber esasê hevgirtina civakê jin e.”   Saziya Ezdine ya bajarê Hesekê bi armanca pênasekirina çand û ola Kurdên Êzidî komcivînek li dar xist. Komcivîn li hola Xabûrê ya bajarê Hesekê bi tevlîbûna endam û rêveberên saziyên civaka sivîl hat çêkirin. Di komcivînê de li ser projeya ‘Hêvî’ hat nîqaşkirin. Ev proje di 1’ê Tebaxê de hat pêşkêşkirin. Di projeyê de danasîna dîrok û çanda Ezidiyan tê şîrovekirin.     Komcivînê bi pênasekirina dîroka Êzidiyan dest pê kir. Ev mijar ji aliyê Ronjemevan Cabir Cindo ve  hat şîrovekirin.    ‘Xwestin çanda me tune bikin’   Cabir da zanîn ku dîroka Kurdên Êzidî di aliyê parastina kevneşopiyê de dewlemend e û wiha pê de çû: “Her netewek ol, ziman û çanedeke wan a cuda heye. Êzidî jî neteweke xwedî dîrokeke dewlemend e. Êrişên ku li ser Êzidîyan li Şengalê  ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatin encamên pir xerab bi xwe anînin. Di encama van êrîşan de bi hezaran Êzidî hatin koçberkirin, qetilkirin û revandin.  Di heman demê de li Efrînê 22 gundên Êzidiyan û li Herêma Cizîrê  50 gundê Êzidiyan ji aliyê dewleta tirk de hatin hedefgirtin. Bi armanca tunekirina çanda Êzidiyan xwestin dîroka me jî tune bikin.”    ‘Em dixwazin ku aştiyeke mayinde ji hemû gelan re pêk were’   Cabir bal kişand ser girîngiya projeya netewa demokratîk û wiha bi dawî kir: ”Projeya netewa demokratîk hemû netewên herêmê di nava xwe de hembêz dike. Li ser esasê ku her netewek bi rêzdarî  nêzî netewa din bibe, parastina dîrok û çanda xwe bike. Em weke Êzidî vê projeyê pîroz dibînin. Em dixwazin ku aştiyeke mayinde ji hemû gelan re pêk were. Ev yek jî jin bi xwe re ava dike, ji ber esasê hevgirtina civakê jin e.”   Komcivîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.