Dayikan çêkirina baregehên leşkerî şermezar kirin 2020-09-30 13:03:08   QAMIŞLO - Çalakiya Dayikên Gerîla yên Rojavayê di hefteya sêyemîn de pêk hat. Dayikan di çalekiya vê heftiyê de avakirina baregehên leşkerî yên ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê tên çêkirin bi daxuyaniyekê şermez kirin.    Çalakiya “Dayikên Gerîla” di heftiya xwe ya sêyemîn de pêk hat. Dayikan îro avakirina baregehên leşkerî yên ku ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê tên çêkirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li parka Avêsta ya bajarê Qamişloyê hat dayin.  Daxuyanî ji aliyê mamosteya bi navê Stêra Ibrahîm ve hat xwendin.    Daxuyaniya dayikan wiha bû: "Li ser navê Înîsiyatîfa Dayikên Gerîla em deng û bangewaziya xwe ya dîrokî li hemberî siyasetên şaş û polîtîkeyên ku li dijî gelê me tên kirin şermezar dikin. Pêwist e kiryarên ku vîna mirovan hedef digre û li dijî mirovahiyê tê kirin bên rawestandin. Sînorên ku bi destê PDK’ê di nava kurdan de tên avakirin, bila bên rakirin. Kurdistan yek parçe ye û kurd yek netew in.  Hûn nikarin erdê me parçe bikin û me ji zarokên me qut bikin.   Siyaseta PDK’ê şaş e , ev siyaseteke li dijî kurda ye. Em weke dayik vê yekê qebûlnakin ku zarokên me bibin qurbaniya berjewendiyên desthilatdaran. Bi hezaran keç û xortên kurdan canê xwe di ber vê doze de feda kirin. Bi avakirina baregehên leşkerî ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dixwazin vê xakê parçe bikin û dîsa şerekî mezin derbixin.    Li dijî van kiryarên bê rûmet em ê li ber xwe bidin. Banga me ji bo hemû dayik û jinên Başûrê Kurdistanê re ku destê xwe bidin destê dayikên Rojavayê Kurdistanê. Pêwist e bi hevdu re em vê yekê qebûlnekin. Welatê me parçe dikin, zarokên me qetîl dikin û vîna mirovên me diçewisînin. Bila hemû dayik dengê me bibhîzin û hêza xwe bikin yek li dijî dijminên Kurdistanê.”