Li Amedê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin 2020-09-30 10:17:36       AMED - Di serdegirtinên malan ku serê sibehê hatin kirin de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku operasyon li dijî HDP, TJA û saziyên rêxistinên sivîl hatiye kirin.   Li Amedê hat diyarkirin ku vê sibehê bi ser gelek malan de hatiye girtin. Di encama serdegirtinên hatin kirin de gelek kes hatin binçavkirin û hat ragihandin ku operasyon li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , Patiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û saziyên rêxisinên sivîl hatiye kirin.    Li gorî agahiyên ku ji parêzer û malbatan hatin girtin, hat diyarkirin ku li malan lêgerîn hatiye kirin û deriyê hin malan hatine şikandin.   Hinkesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Hevşaredara Gêlê Gulîstan Ensarîoglu, Mekiye Guzel, Aktîvîsta TJA'yê Çîgdem Ektî, Rêveberê HDP'ê yê bajêr Edîp Bînbîr, Endamê DÎK'ê Mehmet Emîn Ay, Endamê DÎK'ê Naîf Edemen û endamê KESK'ê Medenî Tuştî ye.