Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Şîlan: Em natirsin 2020-09-30 09:08:49   MÊRDÎN - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Şîlan Ozkan diyar kir ku li dijî polîtîkayên zext û çewisandinê xebatan didomînin û her wiha got li dijî bikaranîn hişbir, fihuş û asîmîlekirinê wê xebatan bidomînin, yekane bersiva wan wê têkoşîn be.   Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî zextan xebatên xwe didomînin. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Şîlan Ozkan derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.   Şîlan, destnîşan kir ku hem li herêmê hem jî li bajarên rojava li ser hevalên wan zextên cidî hene û ciwan li dijî vê li ber xwe didin û wiha got: “Em ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî tehdîdan tên û sîxurî tê ferzkirin. Bi mirin û girtinê tehdîd dikin. Em endamên meclîsa ciwanan a partiyek siyasîne. Di partiyên din de jî ev sazî heye. Lê tenê bernameyên me tên astengkirin. Em rastî zextan tên. Bi salane revandin û bûyerên tacîzê didomin.”   ‘Li her derê em tên şopandin’   Şîlanê bi lêv kir ku ew jî gelek caran hatiye şopandin û tacîzkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Peymanên veşartî tên. Pergal ji her alî de dixwaze me dorpêç bike. Ne tenê l hember min, li hember me hemûyan. Xebatên me tên astengkirin. Em tên binçavkirin û tehdîdkirin. Bi salane ev wisa didome.”   ‘Nikarin me bitirsînin’   Şîlanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser polîtîkayên qirêj yên tên meşandin û bi lêv kir ku wê li dijî vê xebat û têkoşîna wan bidome û wiha dawî lê anî: “Em xebata îlegal nameşînin. Hemû xebatên me siyasî û legalin. Em li dijî hişbir, fihuş û asîmîlasyonê têdikoşin. Bersiva me ya herî mezin wê ev be. Em natirsin û wê nikaribin me bitirsînin.”