‘Girtî di bin tecrîdê de ne’ 2020-09-30 09:07:38   MÊRDÎN - Hevseroka DBP’a Mêrdînê ya berê Leyla Bozkurt piştî 14 meh girtinê di 7’ê îlonê de hat berdan û şert û mercên girtîgehê vegot. Leylayê banga hestiyariyê kir û got girtî tecrîdek giran dijîn.   Hevseroka DBP’a dema borî Mêrdînê Leyla Bozkurt di Tîrmeha 2019’an de bi hinceta endamtiya rêxistinê hat girtin û di 7’ê îlonê de hat tehliyekirin. Leyla ku li Mêrdîn û Amedê di girtîgehê de ma, piştî 14 mehan şûnde hat berdan.   ‘Ji ber siyasetê em girtin’   Leylayê destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku polîtîkayên zext û çewisandinê dihatin jiyîn de di xebatên siyasî de cih girtiye û ji ber siyaset kirine hatine girtin. Leylayê wiha berdewam kir: “Em xebatkarên qada siyasî bûn lê em wek potansiyela sûc hatin dîtin. Me li ser navê partiyek siyasî xebat meşand lê nêzîkatiya li hember partiyan jî diguhere.”   ‘Li girtîgehê li her qadê tecrîd pêk dihat’   Leylayê bi lêv kir ku di pêvajoya girtinê de rastî gelek dijhiqûqiyan hatiye û girtî li her qadê rastî zextan dihatin. Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka xwarinê gelek mezin bû. Zarokek 4 salî ligel me bû. Gelek pirsgirêk dijiya. Em hatin girtin û piştre em surgunê Amedê kirin. Wê demê gelek pirsgirêk hebûn. Mafên girtiyan yên sereke jî nedihat dayîn. Zarokek 4 salî hebû. Xwarina baş nedidan. Zarok bi muz an jî konserveyekê roja xwe diqedand. Me di vê mijarê de bi îdareyê re her tim nîqaş dikir. Girtî di bin tecrîdek mezin de bûn. Di pêvajoya pandemiyê de ev girantir bû.”   ‘Xizmeta tenduristiyê nedihat dayîn’   Leylayê bang kir ku divê şert û mercên heyî demildest bên sererastkirin û wiha dawî lê anî: “Girtî bi pandemiyê re rastî şertên girantir hatin. Di wan şertan de neçar in jiyana xwe bidomînin. Me xwe nedigîhand doktoran. Ji ber pandemiyê sewq nedihatin kirin. Tiştek bibûya jî bi saetan ambulans nedhat. Me digot xwedê neke tiştek bê serê me. Divê şertê girtiyan bê başkirin. Divê em bibin dengê girtiyan.”