Ji Girtîgeha Şirnexê 6 girtî hatin sirgûnkirin 2020-09-29 13:59:00   ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 6 girtî sirgûnî girtîgehên din kirine.   Hat hînbûn ku 6 girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê sirgûnî girtîgehên din hatine kirin. Hat hînbûn ku ji girtiyan Yahya Îdîn û Yûsûf Şahîn sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Jimara 1 a Gurgumê hatine kirin, Mûsa Kulter sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê hatiye kirin. Nehat hînbûn ku girtî Nesîbe Kaplan, Celîl Înedî û Osman Beytûr sirgûnî kîjan girtîgehê hatine kirin.    Hat hînbûn ku dema sirgûnkirin Mûsa Kulter bi erdê ve hatiye kişandin û lêdane.    Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr sirgûnkirina girtiyan, bi erde ve kaşkirin û lêdana li Mûsa Kulter bir rojeve meclisê û mijarê ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî.