2’emîn Konferansa Kongreya Star bi biryarên girîng bi dawî bû 2020-09-27 16:40:06   HESEKÊ - Konferansa 2’emîn a Kongreya star li Kantona Hesekê ku bi dirûşma "Bi Têkşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin şoreşa jinê misoger bikin" hat li darixstin, bi biryarên girîng bi dawî bû.   2’emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê ku bi tevlîbûna 125 delegên jin vê sibehê hat destpêkiri bi biryarên girîng bi dawî bû. Di konferansê de rapora du salan a kar û xebatê Kongreya Star hate xwendin, her wiha nîqaşên girîng li ser hatin kirin. Rewşa jinên Kantona Hesekê hate nirxandin û ji bo xurtkirina rêxistina jinê li kantonê konferans bi biryarên girîng hat bidawîkirin.    Çend biryarên girîng ku di konferansê de hatin girtin wiha ne:   *"Vekirina akadmiya star ya perwerdehiyê li Kantona Hesekê.   * Dê hemû kar û xebatên li ser esasê azadiya Rêber Apo bên domandin.   * Bi armanca pêşxistina kar û xebatê, dm proje ji jinên navçe û gundan re bên pêşxistin.   * Dê kar û xebatê jinê di komîteya edaleta jin de bên xurtkirin.   * Bi giştî pêşxistina kar û xebatên aboriya jinan.   * Mezinkirin têkoşînê bi armanca têkbirina dagirkeriyê û vegera Serêkaniyê.   * Berdewamkirina perwerdekirina jinan li ser esasê hevjiyana azad.   * Dê piştgiriya kar û xebatên Yekîtiya Jinên Ciwan bê kirin.   * Dê di warê pêşketina çand û hunerê de ji bo zindîkirina çandê ji jinan re piştgirî bê dayîn."    Piştî biryaran, Meclîsa Kongreya Star a Kantona Hesekê ji 5 kesan hat hilbijartin û dê ev kesên ku hatine hilbijartin beşdarî kongreya giştî ya Kongreya Star bibin.   Konferans bi dirûşma”Jin jiyan azadî” bi dawî bû.