KESK: Li dijî êrîşan têkoşîna bi hev re hewce ye 2020-09-26 16:19:50   WAN - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê operasyona ku duh li hemberî siyasetmedaran pêk hatî bi daxuyaniyek şermezar kir û got: "Ji bilî têkoşîna bi hev re tu vebijêrkek li pêşiya me nemaye û em banga têkoşîna bi hev re ya li dijî operasyonan dikin."    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê duh di operasyona 20 rêveberên HDP’ê yên berê û yên niha hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirina rêveberên HDP’ê û peyamên piştevaniya bo HDP’ê berdewam dikin. Li Wanê jî binçavkirin hat şermezar kirin.    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê jî operasyona li dijî HDP’ê şermezar kir. KESK’ê li avahiya xwe daxuyanî da û gelek rêveber û endamên wan beşdar bûn.    Berdevkê Platforma KESK’ê Seyfettîn Îtah daxuyanî da û diyar kir ku ji bilî têkoşîna bi hev re tu vebijêrkek li pêşiya wan nemaye û banga têkoşîna bi hev re ya li dijî operasyonan kir û tê xwestin HDP’ê krîmînalîze bikin. Seyfettin got ew binçavkirinan şermezar dikin û ew ê li dijî van êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin.