Divê girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bê tedawîkirin 2020-09-26 15:51:51   ENQERE - Derbarê rewşa girtiya nexweş Mulîse Karaguzel de Înîsiyatîf Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî daxuyaniyek da, bal kişand ser rewşa wê ya tenduristiyê û banga taloqkirina înfaza wê kir.    Înîsiyatîf Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 316’emîn de balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatîfê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) a Şaxê Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (57) a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û diyar kir ku Karaguzel nêzî salekê ye di girtîgehê de ye û her ku diçe rewşa wê giran dibe, tedawiya wê nayê kirin û bi muameleya nebaş re rûbirû hatiye hiştin.    Nûray, destnîşan kir ku Muhlîse di rabûn-rûnitşinê de û bêhn sitendinê de zehmetiyan dikişîne û nexweşiyên şekir, tansiyona zêde, astimê pê re hene û her çiqas raporên wê hene jî nayê berdan. Nûray, got her çiqas Muhlîse nexweşek rewşa wê nebaş e jî lê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora “dikare di hepsê de bimîne” dayê.    Nûray, anî ziman ku dermanên Muhlîseyê ên diyete ango şekirê wê nadinê û ev dibe sedema giranbûna nexweşînên wê. Nûray got pêwîste tedawiya Muhlîseyê bêkêmasî were kirin û xwest înfaza wê were taloqkirin û were berdan.