JINNEWS 3 salî ye: Baş e ku hûn hene 2020-09-25 09:10:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 3’emîn salvegera damezrandina JINNEWS'ê jin ji ajansa me re axivîn û gotin: “Hebûna nûçegîhaniyeke ji têkoşînê hatiye afirandin a wek JINNEWS'ê  ku li dijî desthilatdariyê ye, hêzê dide çalakiyên me. Baş e ku heye.”   JINNEWS di 25’ê îlona 2017’an de bi dirûşma ‘bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê’ de dest bi weşanê kir û sê sal li pey xwe hişt. Ajansa me ya bi feraseta nûçegîhaniya ku jin, zarok û zindiyan esas digire, di riya xwe de dimeşe û heta îro jî li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têkoşîn daye.   Di nav de siyasetmedar û hiqûqnas jî heyî, jinan pêvajoya sê salan a JINNEWS'ê vegotin:   Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî: Rojnamegerên jin yên bi JINNEWS'ê hebûna xwe derxistin derve ne bi feraseta rojnamegeriyeke heyî, di heman demê de proeyeke civakî ya bixwe ne. Hewl didin bi perspektîfa jinan nûçeyan derxin holê û hewldanên wan wisa ne. Hemû xebatkarên JINNEWS'ê jin in. Vê jî gelek tişt nîşanê me didan. Em Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê piştgiriyê didin jinên ku mafên wan hatine binpêkirin. Em dema piştgiriyê didin jî bi JINNEWS'ê re dixebitin. Di vî alî de piştgiriya me ji bo hev çêdibe. Em ji bo JINNEWS'ê spas dikin.   Aktîvîsta TJA û endama PM’ê ya HDP'ê  Şerîfe Yildirim: Çapemeniyeke ku zimanê wê derew e û şîdetê dihewîne, bi taybet jinan davêjin plana dawî. Ji ber zimanekî yekparêz heye. Ger mirov zimanê xwe biguherin mirov dikarin fikara xwe jî biguherin. Divê em gotina jinê li her derê zêdetir bi kar bînin. Em li her qada jiyanê wek çapemenî divê cih bigirin. Ez ji bo JINNEWS'ê jî hîn bêtir salan hêvî dikim.   Endama Komîsyona ÎHD’a Îzmîrê Ayşenur Kîzaroglu: Di civakeke ku serê kuştinên jinan, îstîsmara zarokan tê veşartin de hebûna ajanseke wek JINNEWS'ê gelekî girîng e. Li şûna zimanekî ku gumanbarê tecawizê diparêze, ligel nîjadperestane, bikaranîna zimanekî ku bindestan diparêze, ji bo parastina wekheviya zayenda civakî di alî têkoşîna jinan de gelek girîng e.   Aktîvîsta Piştevaniya Mor: Denîz Uslu: JINNEWS di hemû çalakiyên jinan de heye, Her tim ligel jinên ji bo dengê jinan bidin bihîstin an jî jiyana wan biparêze ne. Hewl didi dengê jinan bide bihîstin. Ev di alî tevgera jinan de gelek girîng e. Ji ber dixwazin dengê jinan biçewisînin. Bi hêviya gelek salên din. Sêyemîn salvegera JINNEWS'ê pîroz be.   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn: Avabûna JINNEWS'ê gelek girîng e. Ji ber di rojnamegeriyê de hewcedarî bi nêrîna jinê heye. Li gorî min JINNEWS vê dike. JINNEWS wek berdewama Gurbetellî Ersoz e. Ez wisa difikirim.   Nifîskara Femînîst Hulya Osmanagaoglu: Bi mezinbûna têkoşîna femînîst re me dît ku zimanê jinê nûçegîhandina jinê di têkoşîna me de çiqas bi nirx e û me ev bi pêşengên JINNEWS'ê re dît. Ligel me hebûna JINNEWS'ê gelek girîng e û ji ber hêzê dide çalakiyên me.   Hevberdevka HDK’ê îdîl Ugurlu: JINNEWS, yekem ajansa jinan a nûçeyan ya li cîhanê ye. Ajanseke nûçeyan a objektîf û bêalî ye. Baş e ku heye. Em bi rêk û pêk dişopînim. Jê re serkefitinê dixwazim.