Hevşaredara Mexmûrê Rojîn: Pirsgirêka av û ceryanê heye 2020-09-25 09:04:44   MAXMÛR - Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Rojîn Benek, di axaftina xwede nêzikatiya Hikûmeta Herêmê û Iraqê ya li hemberî amborgoyê şermezar kir û got: "Ji ber ambargoyê em nikarin xizmetekî baş bidin wargehê. Niha li wargehê pirsgirêka av û ceryanê heye û divê demildest bê çareserkirin."    Ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji 17'ê tîrmeha 2019'an heta roja îro didome. Hêj jî Hikûmeta Herêmê û hikûmeta Iraqê li hemberî rewşa Mexmûrê helwestek nîşan nedan. Neteweyên Yekbûyê ya ku divê bi her awayî wargehê biparêze bi helwesta xwe ya bedengiyê piştgiriyê dide polîtîkayên hikûmetan. Her roja ku derbas dibe rewşa li wargehê zehmet dibe. Derbarê mijarê de Hevşaredara Wargehê Mexmûrê Rojîn Benek ji ajansa me re axivî.    'Em li gorî şert û mercên heyî kar dikin'   Rojîn di despêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya wargehê û got: "Taybetmendiya erdnegariya ku em li ser dijîn heye û ev tişt bandorê li ser jiyanê jî dike. Bandora wê ya li ser aborî û tenduristiyê gelek zêde ye. Bi taybetî li ser xebatên me jî bi bandore taybetmendiya erdnegariyê. Em li gorî şert û mercên heyî karê xwe dimeşînin, lê belê piştî ambargoyê jî bêtir karê me zehmet bû."                                                                                                                                                                                           'Pirsgirêka av û ceryanê heye'   Rojîn, diyar kir ku bi ambargoyê re rewşa wargehê bêtir ket nava tengasiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi ambargoyê re gelek pirsgirêk derketin holê. Em di xebatan de bi pirsgirêkan re rûbirû man. Di hêla ceryan, av û paqijiya wargehê de em ketin nava zehmetiyan. Ji ber ku şaredariya me bi femî girêdayî Hewlêrê ye. Ceyran û av ji bajarê Hewlêrê te. Ji bo pirsgirêk bên çareserkirin me serî li hikûmeta PDK'ê da lê heta niha tu bersiv nehat dayîn. Ji bo me zehmetiya herî mezin av û ceryan e. Ava paqij li pişt çiyê tê û divê her meh bê kontrolkirin û paqijkirin. Lê belê ji ber ambargoyê em nikarin biçin. Ev tişt bi tu avayî nayê qebûlkirin."    'Divê hikûmet berpirsyariya xwe xwedî derkevin'   Hevşaredar Rojîn, di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser bêdengiya Hikûmeta Herêmî û Hikûmeta Iraqî û got: "Ev demek dirêje ev ambargo berdewam dike lê ev demeke di aliyê çapemeni de bêdengiyek heye û her wiha di aliyê hikûmeta navendî ve bêdengiyek heye ku divê ev bêdengî bê şikandin. Em bang li hikûmetan dikin ku erk û berpirsiyên xwe pêk bînin. Ji ber ku di Qanûnên Hikûmeta Navendî de heye ku xwedî li penaberan derkeve."