ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'Î 2020-09-25 09:00:00   *Mamosteya beşa kurdolojiyê a ku li benda tayînkirinê ye Fatma Şahîn diyar kir ku bi sedan mamoste li benda tayînkirinê ne, lê bi hinceta ku serlêdan tune ye nayên tayînkirin û got: "Sedema tayînkirinê her kes baş dizane. Lê divê malbat zarokên xwe teşfîqê zimanê kurdî bikin. Bila ciwan bikevin ferqa bişaftinê. Ger em îro ziman ne parêzin wê gelek Bariş Çakan ji ber kurdî werin qetil kirin." BI DÎMEN    *Yekitiya Neteweyî demek dirêje di rojeva kurdistaniyan de ye. Zeyneb Urenê ku xebatên partiya siyasî dimeşîne diyar kir ku li dijî êrîşan yekitiya kurdan hewce ye. Cevahîr Sadak jî di nava xebatên zimanê kurdî de ye da zanîn ku divê kurd ji bo berjewendiyên xwe bên cem hev. BI DÎMEN    *Jinên Şirnexê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Bi girankirina tecrîdê re şer jî giran bû. Ji bo sekinandina şer divê tecrîda li ser Serok Apo bê rakirin. Li dijî tecrîdê divê em kurd dest bidin hevdû û dengê xwe bilind bikin.” DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Rojîn Benek, di axaftina xwede nêzikatiya Hikûmeta Herêmê û Iraqê ya li hemberî amborgoyê şermezar kir û got: "Ji ber ambargoyê em nikarin xizmetekî baş bidin wargehê. Niha li wargehê pirsgirêka av û ceryanê heye û divê demildest bê çareserkirin." BI DÎMEN    *Hevseroka HDP’a Muşê Sîbel Genç diyar kir ku wê bi ‘Em xwe diparêzin’ re li Tirkiyeyê xeta têkoşîna hevpar bi jinan re ava bikin û got kampanya li gorî pêvajoyê pêngavek girîng e. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a DÎSK’ê Hanîfe Kardaş, daneyên TUÎK’ê yên hatine aşkerakirin nirxand û got polîtîkayên şaş ên hikûmetê betalî zêde kiriye û destkeftî tên xespkirin. Hanîfeyê banga têkoşîna li dijî van polîtîkayan kir. DÎMEN HEYE   *Gulîstan Kiliç Koçyîgît a HDP’î balkişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di aştiyê de û got di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de divê muxatabiya Abdullah Ocalan bê qebûlkirin. DÎMEN HEYE   *Di rojên borî de hat hînbûn ku Kubra Ergen a di bin navê ‘berdelê’ de hatiye xwestin bê zewicandin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li Mêrdînê ji meha gulanê heta niha hejmara jinên biguman jiyana xwe ji dest dan gihiştin 9’an.   *Bi wesîleya 3’emîn salvegera damezrandina JINNEWS'ê jin ji ajansa me re axivîn û gotin: “Hebûna nûçegîhaniyeke ji têkoşînê hatiye afirandin a wek JINNEWS'ê  ku li dijî desthilatdariyê ye, hêzê dide çalakiyên me. Baş e ku heye.” DÎMEN HEYE   **Jinên ereb ên li Kantona Şehbayê dijîn di derbarê projeya netewa demokratîk de anîn ziman ku projeya netewa demokratîk, pergala modernîteya kapîtalîst têk dibe û wiha gotin: "Projeya Netewa Demokratîk xewn û xeyalên modernîteya kapîtalîst têk dibe, lewma her ji aliyê dewletên desthildar ve rastî êrîşan tê." DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’ê ya Hîlwanê Çîgdem Karakeçîlî ku lêdan û binçav kirin, sîxurî lê hat ferzkirn. Çîgdemê daxuyakirin ku wê li dijî zextan li ber xwe bide.DÎMEN HEYE