‘Ya esas rakirina tecrîda Îmraliyê ye’ 2020-09-24 09:07:04   Gulîstan Azak   STENBOL - Aktîvîsta TJA’ê Besra Îşsever, destnîşan kir ku li dijî şîdet, tecawiz, kuştin û nîjadperestiya ku ji aliyê dewlet-mêr ve tê ferzkirin çareserî ‘rakirina tecrîda li Îmraliyê ye’ û got: “Em ê bi deng, hişmend û hêza xwe ya xweser têkoşîna xwe bidomînin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlonê de bi dirûşma ‘Em xwe diparêzin’ li gelek bajarî starta kampanyayê da û jin di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşînin. Lingê kampanyayê yê Stenbolê di 20’ê îlonê de hat destpêkirin. Kampanya wê 4 mehan bidome û jin wê li dijî pergala patrîarkal-kapîtalîst dengê xwe bilind bike û parastina cewherî rêxistin bikin.   Aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever, der barê kampanyayê de nirxandin kir. Besrayê daxuyakirin ku kampanya bi armanca rêxistinkirin hêza jinê dane destpêkirin û got ev ji bo jinan ferz e û wiha got: “Li dijî şîdet ku dewlet-mêr ferz dike, esasa me ev e ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.   ‘Me li dijî bêcezabûnê dengê xwe bilind kir’   Besrayê di nirxandina xwe de ev tişt anî ziman: “Li bajarên Kurdan li dijî jinan, tacîz, tecawiz û bûyerên kuştinê zêde bûne. Ev çend cureyê şîdeta sîstematîk ya dewlet-mêr in. Musa Orhan tecawizê Îpek Er kir û piştî mirina wê demek kurt hat binçavkirin, piştre hat berdan. Me li dijî vê dengê xwe bilkind kir. Bi taybet li Kurdistanê polîtîkayên şer di rojevê de ne. Ev jî li ser sîxurî, fuhuş, tacîz û kuştina ciwanan zêde dibe. Li dijî van tiştên tên jiyîn me kampanya xwe da destpêkirin û em xwe diparêzin.”   ‘Em ji bo peymana Stenbolê li qadan e’   Besrayê nîqaşên der barê Peymana Stenbolê de jî bi bîr xist û got lingê herî mezin ya kampanya wan parastina qezencên jinan e û wiha dawî lê anî: “Em van nîqaşên vala qebûl nakin. Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Em ê hemû hêza xwe hewl bidin ku pêşî li nîqaşan bikin. Em ê li qadan, mal û kolanan dengê xwe bilind bikin.”