Ciwan dikevin nava tevgerê: Yekane çare parastina cewherî ye 2020-09-24 09:06:11   Safiye Alagaş   AMED - Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Elîf Înan kampanyaya ‘Bikeve nava tevgerê’ ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê daye destpêkirin, nirxand û got: “Parastina cewherî ji bo me her tişt e. Li dijî polîtîkayên destdirêjî, tecawizê ya li hember jinan yekane çare parastina cewherî ye.”   Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di çarçoveya ‘Bernameya Têkoşîna Demokratîk’ a Partiyê de stargeha kampanyaya ‘Bikeve nava tevgerê’ di 22’yê Tîrmehê de da. Meclîsa ciwanan bi kampanyayê re, bi rojevên wekê destdirêjî, tecawiz, talana ekolojîk, betalî, tecrîdê di 1’ê îlonê de bernameyek pêk anîn. Lijneya Rêveberiya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di 1’ê îlonê de daxuyanî da û biryar dan pêvajoya kampanyayê 6 mehan dirêj kir.   ‘Em ê li her qadê hebin’   Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Elîf Înan, bi lêv kir ku jinên ciwan li zanîngeh, qada siyasî û îstîhdamê ji rê tên derxistin û nêzîkatiya li hember jinên ciwanan parçeyeke polîtîka şerê taybet e û got: “Ji ber polîtîkayên şerê taybet bûyerên tacîz û tecawizê zêde dibin. Me kampanya ‘Bikeve nava tevgerê da destpêkirin.’ Em ê jinên ciwan di her asta kampanyayê de cih bigirin.”   ‘Li dijî polîtîkaya çewisandinê, parastina cewherî’   Elîfê diyar kir ku kampanya du meh e dest pê kiriye û di pêvajoya du mehan de ew rastî polîtîkaya çewisandinê hatin û ev tişt daxuyand: “Ji bo polîtîkayên li ser ciwanan vala derkevin me bernameyên cuda û perwerde pêk anîn. Li dijî polîtîkayên faşîst, der barê parastina cewherî de me nîqaş meşandin. Em bi seyranan di perwerdehiyan de hatin cem hev. Me jinan ji hev moral û hêz girt. Em soz didin ku em ê bêdeng nemînin. Li dijî polîtîkayên çewisandinê em ê parastina cewherî rêxistin bikin. Divê xebatên hişmendîkirinê bên meşandin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li ser civakê tê meşandin divê nîqaş bên meşandin. Divê sedemên wê bên diyarkirin û xebatên hişmendîkirina jin û ciwnanan bê meşandin.   Divê ciwan van polîtîkayên qirêj derxin holê.”   Elîfê di dawiya axaftina xwe de dîsa balkişand ser kampanyaya ‘bikeve nava tevgerê’ ya li dijî polîtîkayên şerê taybet û wiha dawî lê anî: “Em ê parastina xwe pêş bixînin. Me ji hev hêz girt û ev ji bo me destpêk e. Ji bo pêşerojê em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin.”