Êrişên li dijî nasnameya jin û kurdan polîtîk in! 2020-09-24 09:01:31   Medya Uren-Safiye Alagaş   AMED - Jinên siyasetmendar têkildarê polîtîkayên şerê taybet bertek nîşan dan û gotin emê jin bi rêxistinbûn û têkoşîna xwe re van êrişan vale derbixin.   Li temamê bakurê Kurdistanê û li dijî deskeftiyên kurdan polîtîkayên şerê taybet têN meşandin. Tecawuzkar û kujer ji aliyê deshilatdaran ve têne parastin, bi destê dewleta tirk şerekî taybet tê maşandin ku tundiya li dijî jinan jî ji xwe re weke rêbaz dibînin. Ji dervey sînor şer û di hindirê sînor de ji bi hezaran mînakên weke buyera Musa Orhan, Gulîstan Doku, Sakaryayê hene. Têkildarê van êrişan jinan nêrîna xwe bi ajansa me re parve kirin.   ‘Yek ji van êrişan tecawuz e’   Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Şukriye Dogan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û wiha got: “Ji bo em van êrişan bizanibin û bikevin ferqê pêwîst nake ku em zana bin û xwenda bin. Ji xwe dijmin bi awayek xeternak û zana tev digere. Ji bo em neyên têkbirin jî pêwîst e ku em helwesta dijmin bizanibin. Îro ji her alî ve êriş li ser me tên meşandin. Bi fihuş, destdirêjî, tecawûz, dizî û hişbirê re dixwazin civaka kurd biqedînin. Ji bo vê jin û ciwan di hedefê de ne. Çanda tecawuzê derdixin û li hemberî wê ji bêcaztiyê pêş dixin. Wekî di mînaka Musa Orhan de ku me dît.”   ‘Êrişek bi hişmendiya mêrê serdest zêde dibin’   Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Perîhan Altun jî wiha axivî: “Hişmendiya dewletê û yekdestiye jixwe xirab e, lê bi îqtidara AKP’ê ev hişmendî xirabtir bû. Îqtidar hişmendiya xwe ya mêrê serdest, ya tecawuzkar û nîjadperest eşkere dike. Vê çanda xwe ji enjekteyî civakê dike. Ji bo ruxandina civakekî jî van rêbazên xwe yên şerê taybet dide meşandin. Berê ger ku buyereke tecawuzê û qetlîamê rûbida ger ku nehata cezakirin jî civakê ceza didayê. Lê li roja îro binêrin. Bi sedan çawişên pispor yên weke Musa Orhan tecawuzê dikin, gefan dikin û di encamê de serbest tên berdan. Tecawuzkirina Îpek Er polîtîk e, serbest berdana Musa Orhan polîtîk e. Windabûna Gulîstan Doku polîtîk e.”   ‘Êdî bes e’   Perîxan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êrişek ya ku tunekirina kurdan dike armanc li holê ye. Divê li dijî wê em xwe rêxistin bikin. Divê herî kêm em di wê zanînê de bin ku ji dijmin yar nabe. Yê ku bav u kalan qetil dike nabe dostê zarokên wan. Divê em cihê xwe û helwesta dijminê xwe bizanin. Malbatên me ji divê di vî alî de birêxistin bibin. Êdî ji ber bêdengiya me ev dijminahî şeklekî vekirî girt. Êdî hertişt bi eşkera tê kirin. Karkerên demsalî hatin darpkirin, karkerên kurd hatin qetilkirin. Êdî kêr gihaye hestî, lê rabûn tune ye. Divê ji bo nîjadperestî û zayendperestiyê hemû kurd rabin serhildanê. Bêjin êdî bes e.”   Çalekvana TJA’yê Ayşe İşik jî li ser êrişên polîtîk axivî û wiha got: “Jinên kurd ji bo têkoşîna azadiyê pêngavên girîng avêtin û bûn pêşengê têkoşînê. Hikumeta ku ketiye vê ferqê ji dixwaze jinan ji siyasetê ji têkoşînê durbixin û di hindirê mala wan de heps bikin. Ev rêbaz bi taybet li ser jin û ciwanên kurd tê meşandin. Çanda fuhuş, bêhişkirinê enjekteye ciwanan dikin. Bi xistina jinê re dixwazin rêxistina heyî têk bibin. Divê em jinên ciwan li hemberî vê rêxistina xwe xurt bikin û di aliyê zanistî de ji xwe dewlemend bikin.”