ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2020'Î 2020-09-24 09:00:00   *Jinên siyasetmendar têkildarê polîtîkayên şerê taybet bertek nîşan dan û gotin emê jin bi rêxistinbûn û têkoşîna xwe re van êrişan vale derbixin. BI DÎMEN    *Santrala Termîkê ya aîdê Koma Cîner a di navbera bajarokên Gîte û Bêspinê hatiye çêkirin jiyana mirovan dixe bin xetereyê û welatiyên wê derê daxwaza rakirina santralê kirin. BI DÎMEN    *Remziye Gundogdu a ku ji ber krîza aborî bi zor û zahmetî hewl bi dirûnkariyê debara xwe bike vê carê jî saziya DEDAŞ'ê bi cezayê 10 hezar TL ku lê birî ew mexdûr kir. DÎMEN HEYE   *Endama Komîteya Perwerdeyê ya PYD'ê ya Kantona Kobanê Nesra Derwêş têkildarî pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" wiha got: "Banga min ji tevahî pêkhateyên herêmê re heye ku rabin ser piyan da ku em dagirkeriyê têk bibin û armancên xwe bi ser bixin." DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku di pêvajoya vîrusê de ji ber karantînayê pirsgirêk jiyane û got ew bi fikar in ku dîsa vegerin wê pêvajoyê û got: “Desthilatdariyê nîvê tiştên girtiye neda gel.” DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Elîf Înal kampanyaya ‘Bikeve nava tevgerê’ ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê daye destpêkirin, nirxand û got: “Parastina cewherî ji bo me her tişt e. Li dijî polîtîkayên destdirêjî, tecawizê ya li hember jinan yekane çare parastina cewherî ye.” DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’ê Besra Îşsever, destnîşan kir ku li dijî şîdet, tecawiz, kuştin û nîjadperestiya ku ji aliyê dewlet-mêr ve tê ferzkirin çareserî ‘rakirina tecrîda li Îmraliyê ye’ û got: “Em ê bi deng, hişmend û hêza xwe ya xweser têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE   *Ji Koperatîfa Piştevaniyê Semra Egîlmez balkişand ser pergala binpêkirina ked û xwezayê ya ji aliyê şîrketên mezin ve hatiye avakirin û got: “Armanca xebata me ev e ku bikarhêner û hilberîner mexdûr nebin û bînin gel hev.” BI DÎMEN