Şêniyên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan 2020-09-24 08:38:22   HELEB - Şêniyên Helebê bi meşeke girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.   Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê bi meşekê tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Bi sedan şêniyên taxa Şêx Meqsûd, mamoste, sazî û dezgehên sivîl tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Bese ji dagirkeriyê re dem dema parastina şoreşê ye" hatibû hildan. Meş ji jêrzemîna Yasîn dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîd Destîna berdewam kir.   Piştî meşê deqeyek rêz ji bo cangoriyê azadiyê hat girtin. Piştre li ser navê Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo tecrîd şermezar kir û wiha axivî:"Ev bû 21 sal Rêber Apo di encamê komployê de hatiye dîlgirtin. Dewleta tirk jî her ku diçe tecrîdê li ser Rêber Apo giran dike û êrîşên xwe jî li hember Gelê Kurd zêde dike. Dewleta tirk naxwaze Gelê Kurd bibin xwedî maf, ji bo wê Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtiye û nahêle ne malbat ne jî parêzer pêre hevdîtinê pêk bîne. Dewleta tirk dixwaze bi vê tecrîdê me tune bike û cardin kurdan ji qirkirinê re derbas bike, lê em serê xwe li hember zor û zehmetiyan natewînin. Em ê ji bo tecrîdê her li ser piyan bin û em dev ji têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bernadin."   Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.