Jina welatparêz Kamila Hesen jiyanan xwe ji dest da 2020-09-23 16:15:05     QAMIŞLO - Jina welatparêz Kamila Ebd-El Baqî Hesen ji ber sedemên nexweşiyên xwe  piştî xebatên têkoşeriyê yên bi salan îro jiyana xwe ji dest da.   Jina welatparêz Kamila Ebd-El Baqî Hesen a ji gundê Mêrgamîra yê bi ser navçeya Girkêlegê Kantona Qamişloyê jiyana xwe ji dest da. Dayika kamila di sala  1962’an de hatiye dinê û ji salên demdirêj ve di nava xebat û têkoşînê de ye.    Jina welatparêz Kamila hevjîna şehîd Ebd-El Rehman Temê  ye û ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de weke dayikên pêşengên şoreşê tê naskirin. Dayika Kamila ji salên dirêj ve tevgera azadiyê nas kiriye û bi fikrê azad ve hatiye girêdan. Bi dîlgirtina Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan re mîna gelek dayikên li Rojavayê Kurdistanê şîn kişandiye û cilên reş  li xwe kiriye. Her wiha çend caran ji ber sedema girêdana wê bi fikirê azad û têkoşîna wê ji bo doza azadiyê ji aliyê rêjîma BAAS'ê ve hatiye girtin.    Dayika Kamile berî şoreşê jî  kedeke wê ya ber bi çav di qadên têkoşîna jinê de hebû û bi şoreşê re jî cihê xwe di nava hemû qadên jiyanê de girtiye. Di Kongreya Star de demekê maye, herwiha di Komîteya Edaletê de jî xebitiye û herî dawiyê jî weke Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan xebatên xwe dida meşandin. Dayika Kamile ji ber sedema nexweşiyên xwe îro jiyana xwe ji dest da û xebatekên têr û tijî li pey xwe hişt.