'Siyaseteke mafê jiyanê nade kurdan di meriyetê de ye' 2020-09-23 13:19:43   WAN - Muazzez Orhan a HDP'yî anî ziman ku îşkence polîs û leşkeran a li dijî gel konsepteke û wiha got:"Siyaseta zext, înkar û îmhayê bi sedan salane kêr nehat. Siyaseta gelê kurd a bingeha wê ji mafê mirovan pêk hatiye dewam dike. "   Hukumetên bi salane vî welatî bi rê ve dibe li ser bajarên kurdan polîtîkayên xwe yên taybet dikin meriyetê. Bi taybet tevî salên 90'î di encama berdana çekê ya polîs û leşkeran gelek kesî jiyana xwe ji dest dane. Gelek kes jî birîndar bûn, hatin binçavkirin û girtin. Her wiha gelek kes bi îşkenceyê rû bi rû man. Welatiyên bi hinceta 'îxbar' heye hatine binçavkirin ji raporên nexweşxaneyan hatiye belgekirin ku îşkence li wan hatine kirin û travmayên mezin derbas kirine. Her çiqas Tayyip Erdogan bibêje ' ji bo îşkenceyê em toleransê nadin' îşkenceya leşker û polîsan hatine belgekirin.    Nehat xwestin îşkence bê dîtin'   Bûyera dawî ya îşkenceyê herî dawî li Wanê qewimî. Herî dawî li gundê di navbera Şax û Bêşebabê de Servet Turgut û Osman Şiban hatibûn binçavkirin û piştre li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê a Wanê hatin tedawîkirin. Derket holê ku Servet û Osman ji helîkopterê hatine avêtin. Walîtiya Wanê piştî 10 rojên bûyerê daxuyanî da û got "li gor usulê hatiye muhafazakirin". Bi vî rengî walîtiya Wanê nexwest îşkence bê dîtin.    'Ji roja ewil de em bi malbatê re di nava têkiliyê de ne'   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan têkildarî îşkenceyê got:"Ji roja ewil de em bi malbatê re di nava têkiliyê de ne. Em do jî wekî endamên MYK û PM'ê çûn serdana malbatê. Me xwest em têkildarî rewşê de raya giştî agahdar bikin. Lê em dîsa bi qedexeya Wanê rû bi rû hatin hiştin."   'Qedexe ji bo astengkirina parvekirina vê hovîtiyê bû'   Muazzezê da zanîn ku ji 15'ê Tîrmeha 2016'an heta niha çalakiyên li Wanê her dem tên qedexekirin û wiha dewam kir:"Qedexeyên li vir ne ji ber pandemiyê û tendirustiya gel e. Ji bo hovîtiya dikin veşêrin qedexeyê îlan dikin. Polîtikayên faşîst li Wanê jî gelekî zêde tên meşandin. Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve gelek carî welatî hatin îşkencekirin. Binpêkirina mafan gelek zêde ne."   'Êrişî mafê jiyana gelê kurd tê kirin'   Muazzezê wiha got:"Ji 14'ê Hezîranê heta niha êrişên bi vî rengê yên hêzên ewlehiyê yên li dijî welatiyan dewam dikin. Li gundê Elbakê Emrah Gorur jiyana xwe ji dest da û Saîm Yildiz birîndar bû. Li Ebexê Îbrahîm Baykara jiyana xwe ji dest da û Azad Bag birîndar bû. Di 16'ê Îlonê de Orhan Hanay di encama berdina derba leşkeran  de jiyana xwe ji dest da. Ev polîtikayan li dijî Wanê tên meşandin. Êrişî mafê jiyana gelê kurd tê kirin. Parvekirina van êrişana tên astengkirin."   'Siyaseteke mafê jiyanê nade kurdan di meriyetê de ye'   Muazzezê wiha got:"Siyaseta zext, înkar û îmhayê bi sedan salane kêr nehat. Siyaseta gelê kurd a bingeha wê ji mafê mirovan pêk hatiye dewam dike. Siyaseteke mafê jiyanê nade kurdan di meriyetê de ye. Li dijî vê yekê em li hinda gel in."