'Li dijî tundiya li ser jinê wê rêzeçalakiyên me bidomin' 2020-09-23 09:06:03   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Rêveber û Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Efrînê armanca  lidarxistina pêngava 'Em dibêjin na' nirxandin û wiha gotin: "Em ê bi ruhekî yekîtiyê li dijî tecawiz, xwekuştin, qetilkirin û tundiyê têkoşîn bikin."   Li dijî tundî û qetilkirina jinan, Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê di 17'ê Îlonê de tevlî pêngava 'Em dibêjin na' bûn û dest bi rêzeçalakiyên li dijî zewaca di temenê biçûk de, tundî û qetilkirina ser jinê kirin. Derbarê pêngavê de Rêveber û Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Em nahêlin îrade û hebûna me tune bibe'   Ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê, Ferîde Nesen balkişand ser rêzeçalakiyên jinên ciwan û wiha got: "Li hemû deveran jin rastî tundî û qetilkirinê tên, em jî tevlî pêngavê bûn da ku em dengê xwe bilind bikin û nehêlin jin rastî tundî û qetilkirinê werin. Niha li Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê pêk hat, jin bi serhildana xwe tê nasîn û pir jin hebûn ku bûn sembola azadiyê. Têkoşîna jinê her ku diçe mezintir dibe û desthiltdar vê yekê qebûl nakin, ji bo ku îradeya jinê bişkînin di hemû waran de êrîş dikin. Lê çi dibe bila bibe, em nahêlin îradeya me bişkê û hebûna me tune bibe. Pêngava ku em tevlî bûne wê demdirêj be û wê hemû jinên ciwan di çalakiyan de cihê xwe bigirin. Di rêzeçalakiyan de rêxistinkirin, perwerdekirin, meş, semîner û şano hene."   'Em tundiyê red dikin'   Ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê Esma Xelîl li ser pêngavê ev tişt got: "Pêngava me li ser asta Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û em bi çalakiyên cur be cur tundî û qetilkirina jinan şermezar dikin. Tevahî jinên ciwan di vê pêngavê de cihê xwe digirin û em hemû bi yek destî çalakiyên ku tên lidarxistin, tundiyê red dikin. Ji bo wê hêrs û kîna me li dijî desthilatdaran zêdetir dibe. Pêngavên bi vê rengî pir bi nirx in, em bi sekin û çalakiyên xwe nîşan didin ku em tundiya li dijî jinê qebûl nakin. Em ê bi ruhekî yekîtiyê li dijî tecawiz, xwekuştin, qetilkirin  û tundiyê têkoşîn bikin."     'Em tundiya li ser jinê qebûl nakin'   Berdevka Jinên Ciwan ê gundê Babinêsê yê Şehbayê, Zîn Henan jî ji bo hemleyê wiha got: "Hemleya me bi armanca zanekirin û perwerdekirina jinê ye. Em tu carî tundî û qetilkirina jinê qebûl nakin. Rojane jin bi îşkence û qetilkirinê re derbas dibe. Daxwaza me ew e ku em xwe bigihênin hemû jinan û wan zane bikin da ku li hember bûyerên tundiyê xwe biparêzin."