‘Heta Musa Orhan were cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin’ 2020-09-23 09:03:32   AMED - Bertekên derbarê serbestberdana çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê  didomin. Jinanên ku bertek nîşan dan diyar kirin ku heta Musa Orhan were girtin û cezakirin ew ê têkojîna xwe berdewam bikin û bûyerê ji rojeva xwe dernexînin.   Çawîşê pispor li Êlihê tecawizî jinana ciwan Îpek Er kiribû, piştî vê Îpekê hewldabû întîxar bike û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Musa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpekê li ser bertekan di 19’ê tebaxê de hatibû girtin û di 25’ê tebaxê de jî hat berdan. Bertekên li dijî serbestberdana Musa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpekê berdewam dikin. Jinên ku bertek nîşanî serbestberdana  Musa Orhan dan gotin ku heta Musa Orhan were cezakirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û mijarê ji rojeva xwe dernexînin.   ‘Serbestberdana wî pêşî li sûcên din vedike’   Gurbet Dogan diyar kir ku serbestberdana Musa Orhan pêşî li sûcên din vedike û got: “Çima Musa Orhan serbest hat berdan? Em li dijî serbestberdana kesên mîna Musa Orhan in.  Em jin van pêkanînan qebûl nakin û li dijî bûyerên bi vî rengî çalakiyên xwe berdewam dikin. Lê ligel evqas bertek jî Musa Orhan nehat girtin. Ev jî aşkera dike ku dewlet Musa Orhan diparêze.”   ‘Em êdî nikarin qala edaletê bikin’   Seher Aksu jî anî ziman ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û ev tiştê got: “Em di pêvajoyekê wisa re derbas dibin ku ne mafên jinan tê parastin û ne jî mirov dikare bahsa edaletê bike. Musa Orhan ê ku serbest hat berdan hêza xwe li dewletê digire. Dema ku kesên mîna Musa Orhan tên berdan ev helwest hêzê dide kesên mîna wî û bûyerên bi vî rengî zêdetir dibin.”   ‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’   Fatma Korkmaz jî diyar kir ku divê jin têkoşîna xwe ya ji bo cezakirina Musa Orhan û kesên mîna wî bidomînin û got: “ Bi polîs, leşker û çawîşên pispor ku hêza xwe ji dewletê digirin polîtîkayên taybet li dijî jinên kurd  tên meşandin. Bûyera Îpekê mînaka herî berçav a di vî warî de bû. Bi rêya medyaya civakî jinan dixapînin û ji bo poltîkayên xwe yên taybet pêk bînin wan bi kar tînin. Divê bi taybetî jinên ciwan xwe biparêzin û bizanibin ku bi kê re têkiliyê datînin.”   ‘Armanc bêrûmetkirina kurdan e’   Taybet Tatli jî destnîşan kir ku bi armanca bêrûmetkirina kurdan dest diavêjin jinên kurd û tecawizî wan dikin. Taybetê di berdewamiyê de wiha got: “Kiryar hem tecawiz dikin û hem jî bê ceza dimînin. Em vê qebûl nakin û lem ê têkoşîna xwe li dijî van êrîşên qirêj bidomînin.”   ‘Dewlet bi qanûnên derdixe xwe diparêze’   Cemîle Şahîn jî axivî û diyar kir ku serbestberdana kiryaran hêzê dide kesên xwedî heman helwestê û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de kuştin û tecawîzkirin pir hêsan bûye. Ji ber ku dewlet vê bi qanûnên derdixe û bi gotinên xwe diparêze. Divê li hemberê van tiştan jin parastina xwe radestî dewletê nekin. Xwe bi rêxistin bikin û bingehê xwe parastinê ji bo xwe ava bikin.”