TJA'yê li Edenê starta kampanya 'Em Xwe Diparêzin' da 2020-09-22 15:26:01   EDENE - TJA'yê li Edenê Starta Kampanya xwe ya "Em Xwe Diparêzin" da û got ku di serî de jinên ciwan ên kurd  em bang li hemû rêhevalên xwe yên jin dikin ku li kampanyayê xwedî derkevin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) lI Edenê starta kampanya xwe ya "Em Xwe Diparêzin" li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan bi daxuyaniyekê da. Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşmên, "Em xwe diparêzin" , "Em jinên ciwan ên li pêşeroja xwe xwedî derdikevin diparêzin" û "Jin jiyane nekujin" hat daliqandin.    Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Gulistn Ozbey ve hat xwendin û wiha hat gotin, "Jinên kurd bi parastina rewa xwe diparêzin. Li hember vê berxwedanê gelek hikûmet têk çûn û polîtîkayên sirgûnê bê navber berdewam kirin. Lê me dest ji têkoşînê berneda. Lê em netirsiyan. Dîroka me dîroka têkoşînê ye. "   'Em jiyana xwe diparêzin'   Gulîstanê diyar kir ku ew her ku zana bûn xwe bi rêxistin kirin û xwe gîhandine parastina rewa. Gulîstanê wiha berdewam kir, " Me got tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û li dijîtecrîdê me azadî parst û li dijî şer jî me aştî parast.  Em li gel hemû zext û zoriyan bi têkoşîna xwe heta roja îro hatin û em bi kampanyaya xwe dibêjin em natirsin û li hember desthilatdariya AKP-MHP'ê serî natewînin. Em xwe ji hemû êrîşan diparêzin. Em li dijî desthilatdariya mêr a ku hemû nirxên me ji me girtine dibêjin ku em çanda  xwe, nasnameya xwe û zimanê xwe herwiha em hemû mafên xwe diparêzin."   'Xwedî li kampanyayê derkevin'   Gulîstanê herî dawî got ku ew ji DAÎŞ'ê netirsiyan ji xwe jî natirsin û wiha berdewam kir, "Di serî de jinên ciwan ên kurd  em bang li hemû rêhevalên xwe yên jin dikin ku li kampanyayê xwedî derkevin."