Di bin navê "Sererastkirina derdorê" Avzêmên Mûnzûrê tên texrîpkirin 2020-09-22 14:03:59   DÊRSIM - Di bin navê "sererastkirina derdorê" de kemçe ketin Avzêmên Mûnzûrê yên Navçeya Pilûra Dêrsimê.    Li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê, xebatên ku di bin navê “sererastkirina derdorê” de li Avzêmên Mûnzûrê ku ji aliyê welatiyên elewî ve pîroz tê qebûlkirin, dest pê kiribûn, didomin. Navenda Lêkolînên Dêrsimê, ragihand ku di çarçoveya xebatên ku li avzêman tên kirin de makîneyên kar tên bikaranîn.    Navendê, daxuyaniya Walîtiya Dêrsimê ya derbarê xebatan de ku ragihandibû wê di xebatan de makîneyên kar neyên bikaranîn, bi bîr xist û da zanîn ku makîneyên kar ketine avzêman û ew vê yekê weke êrîşeke li hemberî baweriya xwe dibînin û bang li rayedaran kir ku dev ji vê şaşiya xwe berdin.