Polîsan daxuyaniya Şandeya HDP’ê ya Wanê asteng kirin 2020-09-22 13:57:14   WAN - Şandeya HDP’ê derbarê rewşa Osman Şîban û Servet Tûrgût de xwestin daxuyaniyê bidin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî ku derket holê Osman Şiban û Servet Tûrgût ên li navçeya Şaxa Wanê dibin çavan de hatin îşkencekirin û dûre bi rapora nexweşxanê hat piştrastkirin ku ji helîkopterê hatine avêtin, şandeyek şand bajêr. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, parlamenterên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, parlamentere Mêrsînê Ridvan Tûran, endamên MYK’ê, rêveberên HDP, DBP û Partiya Mirov û Azadiyan di şandeyê de cih girtin.    Polîsan berî şande bê, avahiya HDP’ê ya bajêr bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Rêveber û endamên partiyê yên xwestin biçin balafirgehê û şandeyê pêşwazî bikin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan biryara qedexeya walîtiyê kirin hincet. Li ser vê yekê nîqaş di navbera polîs û endamên partiyê derket. Endamên partiyê piştî hevdînan, şandeya HDP’ê ya hat Balafirgeha Ferît Melen pêşwazî kirin. Li vir di navbera polîs û HDP’iyan de nîqaş derket.    Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûha Olûç, piştî ku bi polîsan re hevdîtin kir, astengkirina polîsan hat rakirin. Şandeya bi serbijîşkê Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê ku Osman û Servet lê hatibûn dermankirin  re hevdîtin kir, xwest daxuyanî bide çapemeniyê. Lê polîsan şande kir dorpêçê û destûr neda ku şande daxuyanî bide. Li ser vê yekê çardin nîqaş derket. Di navbera polîsên xwestin endamên partiyê binçav bikin û parlamenteran de, pevçûnek kurt hat jiyîn.    Şandeyê herî dawî di balokeya polîsan de, neçar man ku daxuyanî bidin.