‘Me di bêrîkê de hişbir dît, lê polîs tiştek nekir’ 2020-09-22 09:07:39   MÊRDÎN - Li Mêrdîna ku bikaranîna hişbirê lê zêde bûye, malbat bi fikar in. Gule Bîlge diyar kir ku kurê wê jî hişbirê bi kar tîne û got: “Me di bêrîka wî de hişbir dît. Me bi destê xwe bir cem polîs lê tiştek nekirin.”   Di navbera 2015-2016’an de qedexeya derketina derve li bajaran hat îlankirin û piştî vê jî bikaranîna hişbirê zêde bû. Piştî pevçûnan li Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê bikaranîna hişbirê her çû zêde bû. Tevî banga malbatan tu tiştek nayê kirin.   Li Qoserê li Qada Azadiyê di bin kamerayên MOBESE’yê de hişbir tê firotin, ciwan bi kar tînin. Tevî gilîkirina malbatan tu tedbîr nayê girtin û pêşî li firotin û bikaranînê nayê girtin.   Gule Bîlge a li Qoserê dijî, diyar kir ku kurê wê jî hişbirê bi kar tîne û banga alîkariyê kir.   ‘Kes mudaxale nake’   Gule bi lêv kir ku kurê wê bi salane hişbirê bi kar tîne û got: “Kurê min jî wek sedan ciwanî ye. Li Qoserê li her derê hişbir tê firotin. Em bi şev newêrin derkevin parkan. Her der tije bûye. Ciwan diziyê dikin, ji malbatan pere didizin û diçin hişbirê digirin. Em bi salane gilî dikin. Ciwanên me pêşeroja me ne. Lê ew roj bi roj ber bi xerabiyê ve diçin. Kes jî mudaxale nake.”   ‘Me bir cem polîs jî tiştek nekirin’   Gule bi lêv kir ku tevî malbat gilî dikin jî polîs tu tiştekî nakin û ev tişt anî ziman: “Me di bêrîka kurê min de hişbir dît. Birayên wî girtin birin emniyetê. Li emniyetê gotin ‘dikşîne, nafiroşe. Em nikarin tiştekî bikin’. Li her kolanê hişbir tê firotin. Polîs dibêjin bila tevlî siyasetê nebin çi dikin bila bikin. Em dixwzin zarokên me xilas bibin. Bi dehan dayik wek min in. Zarokên me li ber çavên me dihelin. Hîna ku dereng nebûye divê tiştek bê kirin û pêşî lê bê girtin.”