Aktîvîsta TJA’yê: Xweparastin bi mezinkirina têkoşînê pêkan e 2020-09-22 09:05:23   Melîke Aydin   DENÎZLÎ - Aktîvîsta TJA’yê Cevahîr Karyar diyar kir ku bi kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ li Denîzliyê bi jinan re wê bên cem hev û têbikoşin û got: “Xweparastin bi mezinkirina pêkanînê dikare pêk bê.”   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ hat destpêkirin û li Denîzliyê jî di 20’ê tîrmehê de hat destpêkirin. Aktîvîsta TJA’yê Cevahîr Kayar der barê kampanyayê de axivî.   Cevahîrê destnîşan kir ku kampanyaya "Em xwe diparêzin" hîtabê hewcedariyên jinên li bajarên Rojava dijîn jî dike û got di xebatê ev du hefteye li taxan didomin de, TJA û kampanyayê kelecan afirandiye. Cevahîrê wiha berdewam kir: “Şîdeta li hember jinê, binpêkirina kedê û polîtîkayên ji rê derxistinê bi pandemiyê re girantir bûye. Yek ji van jî bikaranîna hişbirê ye. Nav ciwanan de bikaranîna hişbirê zêde bûye. Mînak taxeke me ya nifûsa kurdan lê zêdeye heye. Rojekî kesek tê xaniyekî kirê dike. Rewşa wî ya aborî nebaşe. Heta şêniyê taxê alîkariya aborî didinê. Lê piştî demekî ciwanan dikişîne cem xwe û fêrî hişbirê dike. Şevekê jî ji nişkave ji holê winda dibe. Lê li taxê niha mala ku hişbirê bikar nayne tune. Lê şênî vê vedişêrin. Dayik jî wek her tim îtîraz dikin.”   ‘Koletî tê ferzkirin’   Cevahîrê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi pandemiyê re barê jinan giran bû û jin rastî zext û tehdîdan tên. Dema em bi jinan re diaxivin, em vê hîs dikin. Jin bi fikarin. Em hewl didin têkoşîna parastinê mezin bikin. Li Denîzliyê jinên xwedî nêrînên cuda yên siyasî tên gel hev û di Platforma Jin bi Hev re Xurtin de cih digirin. Ji Afganîstan û Somaliyê koç hene. Pisgirêka jinên koçber nayê zanîn. Jinên Ermenî û Elewî hene. Di rewşa şert bên afirandin de mirov dikarin xwe bigihînin wan jinan.”   ‘Em piştevaniyê mezin dikin’   Cevahîrê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser êrîşên nîjadperest yên li hemberî kurdan û got gel li hember hev ne dijminin û got: “Em jinên HDP’ê bi heman gotinê diçin. Em dixazin jin bibin yek. Dema jinek rastî tecawizê tê em ziman, nasnameya wê lêpirsîn nakin. Divê em ligel wan bin. Mînak Gulîstan Doku û Îpek Er heye. Em ê piştevaniyê mezin bikin.”