'Pirsgirêkên girtîgehan êdî kronîk bûne' 2020-09-22 09:04:30   AMED - Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Gurbet Yavuz der barê binpêkirinên mafan yên girtîgeha jinan a Amedê de axivî û got pirsgirêkên girtîgehan kronîk bûne û wê ji bo çareseriya pirsgrêkan bi dozgerê girtîgehê, wekîlê serdozgeriyê re hevdîtinê pêk bînin.   Binpêkirinên mafan ên li hember girtiyên siyasî her diçin zêde dibin. Li girtîgeha Jinan a Amedê jî binpêkirin bi dawî nabin. Girtiyên jin zext û îşkence bi nameya ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) re şandin vegotin. Parêzerên ÎHD’ê tiştên hatine jiyîn kirin rapor. Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê parêzer Gurbet Yavuz der barê rewşa girtîgehan de nirxandin kir.   ‘Ji bo çareserkirina pirsgirêkê em ê bibin alîkar’   Gurbetê destnîşan kir ku di demên dawî de ji girtîgehan zêde name tên û li ser vê çûne girtîgehan û got: “Piştî serdana girtîgehan me rapor amade kir. Ligel pisgirêkên kronîk di pêvajoya pandemî de hinek pirsgirêk derketine holê. Salek zêde ye kamera li koxuşên wan e û girtiyên jin ji vê nerehetin. Me bi malbatan re bi merciyên fermî re hevdîtin kir lê mixabin nehatin çareserkirin. Di demek nêz de em ê bi dozgerê girtîgehan û wekîlê serdozgeriyê re hevdîtinê bikin. Ji çareseriyê em ê têbikoşin.”   ‘Der barê kurdî de pirsgirêk hene’   Gurbetê wiha berdewam kir: “Yek ji pêkanînan jî bikaranîna cot kelepçeyê ye. Ev jî di şertên pandemî de nayê qebûlkirin. Ji bo girtiyên diçin nexweşxanê ji xwe kelepçe tê kirin. Ligel vê li zenda leşker jî dixin. Dibe du heb kelepçe. Mafê tenduristiyê jî wisa tê binpêkirin. Em ê der barê vê mijarê de bi rayedaran re hevdîtinê bikin. Pirsgirêka din jî astengiyên li pêş kurdî ne. Stranên Kurdî, girtiyên stranên Kurdî dibêjin rastî astengiyan tên. Ev li dijî mafê mirovane. Girtî ji ber vê rastî cezayên dîspîlînê tên.”   ‘Di xwarinan de mû û cam dertên’   Gurbetê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû dimînin û got: “Ne pêkane em vê rewşê qebûl bikin. Tu aliyê vê yê ewlehiyê tune ye. Pisgirêkek din jî ya hîjyenê ye. Her tim rûpûş nayên dayîn. Alavên paqijiyê nayên dayîn. Ligel vê di xwarinan de pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Di xwarinan de mû û cam dertên. Hinek heval vejeteryanin û xwarinên li gorî wan nayên dayîn.”