'Sîstemên serwer dixwazin jiyana jinê bê wate bikin' 2020-09-22 09:01:02   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Kantona Efrînê Sureya Mistefa têkildarî êrîş û qirkirina li ser jinê anî ziman ku sîstemên serwer dixwazin jiyana jinê bê wate bikin û wiha got:"Zext û zihniyeta serwer di civakê de dihêle ku jin bi bûyerên qetilkirinê re rû bi rû bimîne. Lê qetilkirina jinan sûc e û pêwist e sûcdar bên cezakirin."   Ji ber zihniyetea paşverû û baviksalarî ya civak di bin bandorê de dimîn êrîş û qetilkirina li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Tevî ku gelek guhertin û veguhertinên bingehîn di civakê de hatine avakirin, lê heya niha dîsa jî jin tên qetilkirin. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Kantona Efrînê Sûreya Mistefa, sedema qetilkirin û xwekuştina jinan nirxand û bi me re parve kir.    ‘Sîstemên desthilatdar di mêjiyê civakê de koletî daye rûniştandin’    Di destpêka nirxandina xwe de Sureyayê bal kişand pêşengiya jinê ya di nava qadên civakê de û wiha got: "Jin di hemû qadên jiyanê de xwedî pêşengtiyeke ber bi çav bûn. Ev yek ji bo gelek sîstemên ku dixwazin vîna jinan biçewisînin bû sedema nerazîbûnê . Daxwaza wan ew e ku civakê di şexsê jinê de hedef bigirin û jiyaneke bê wate bidin jinê. Tevî hemû astengiyan jinan têkoşîna xwe domandin. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ev yek baş hat dîtin. Sîstemên desthilatdar di mêjiyê civakê de koletî  daye rûniştandin, lewra her hovîtiya xwe bi ser jinan de tînin."   'Desthilatdar hebûna jinan qebûl nakin'   Sureyayê sedemên ku dihêle jin bigihêje asta xwekuştinê anî ziman û wiha domand: "Di bin navê urf û şermê de jin di civakê de hatiye çewisandin û mafê wê yê jiyanê hatiye desteserkirin. Desthilatdar hebûna jinan qebûl nakin. Zext û zîhniyeta serwer di civakê de dihêle ku jin bi bûyerên qetîlkirinê û xwekuştinê re rû bi rû bimîne. Qetilkirina jinan sûc e û pêwist e sûcdar bên cezakirin."   'Pêwistî bi zanekirina civakê û perwerdekirina wê heye'   Di dawiyê de Sureyayê bang li rêxistin û komeleyên jinan kir ku xwedî li jinan derbikevin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ger em bixwazin mijara qetilkirina jinan ji holê rabikin pêwistî bi zanekirina civakê û perwerdekirina wê heye. Pêwist e li aliyê din jî jin hemû li kêleka hev li dijî vê yekê têbikoşin."