ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2020'Î 2020-09-22 09:00:00   *Jinên siyasetmendar têkildarê polîtîkayên şerê taybet bertek nîşan dan û gotin emê jin bi rêxistinbûn û têkoşîna xwe re van êrişan vale derbixin. DÎMEN HEYE   *Jinên Ciwan ên Kantona Efrînê tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin û gotin: "Bi vîn û baweriya ku Rêber Apo di dilê me de daye çêkitin em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin û rêberê xwe azad bikin." DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Gurbet Yavuz der barê binpêkirinên mafan yên girtîgeha jinan a Amedê de axivî û got pirsgirêkên girtîgehan kronîk bûne û wê ji bo çareseriya pirsgrêkan bi dozgerê girtîgehê, wekîlê serdozgeriyê re hevdîtinê pêk bînin. DÎMEN HEYE   * Rêvebera TTB'ê ya Amedê Evîn Bahar Toy bal kişand ser hedef nîşandana TTB'ê û got: "Di her deverên welat de bi dehan bijîşk û xebatkarên tenduristiyê ev kurdeleya reş bi bestîkên xwe ve kirin bi vê çalakiyê em dibin bersiva polemîkên siyasî." BI DÎMEN    * Aktîvîsta TJA’yê Cevahîr Karyar diyar kir ku bi kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ li Denîzliyê bi jinan re wê bên cem hev û têbikoşin û got: “Xweparastin bi mezinkirina pêkanînê dikare pêk bê.” BI DÎMEN    *Cîgira Seroka Komeleya Yekîtiya Karkeran Seçîl Sari balkişand ser pirsgirêkên qada kar û kedê û got: “Divê em li fabrîka, li her qada jiyanê bi komîteyên rêxistinên xwe rêxistinbûyinê pêş bixin. Divê em li dijî pergala patrîarkal-kapîtalîst têkoşînê mezin bikin.” DÎMEN HEYE   *Li Mêrdîna ku bikaranîna hişbirê lê zêde bûye, malbat bi fikar in. Gule Bîlge diyar kir ku kurê wê jî hişbirê bi kar tîne û got: “Me di bêrîka wî de hişbir dît. Me bi destê xwe bir cem polîs lê tiştek nekirin.” DÎMEN HEYE