Mîhrîcana Lêlûn dest pê kir 2020-09-22 08:52:47   ŞEHBA - Mîhrîcana Lêlûn a navneteweyî li kampa Berxwedanê bi dirûşma "Tek gulek nabe gulîstan" dest pê kir.   Bi dirûşma "Tek gulek nabe gulîstan" mîhrîcana Lêlûn a navneteweyî li kampa berxwedanê ya Kantona Şehbayê dest pê kir. Di mîhrîcanê de Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eyşe Receb, Cîgirê Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Dijwar Meşîd, Cîgirê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen, Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Helebê, Malbenda Rewşenbîran a Helebê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Kantona Şehbayê û bi hezaran şêniyên kampê beşdar bûn. Her wiha ji ber derxistina astengiyan a ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve gelek hunermend, derhêner û nivîskarên ji dewletên navneteweyî nedikarin tevlî mîhrîcanê bibin.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, ji Rêveberiya Mîhrîcana Lêlûn Mihiyî Dîn Erselen û Cengîz Ebdo axaftina destpêkê kirin û balkişandin ser girîngiya lidarxistina mîhrîcanê ya di nava şert û mercên koçberiyê de û teqez kirin ku lidarxistina vê mîhrîcanê dê vegera Efrînê misoger bike.   'Mîhrîcana me peyamek ji tevahî cîhanê re ye'   Paşê Hevseroka Desteya Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eyşe Receb lidarxistina mîhrîcanê li berşdarvanan pîroz kir û wiha got: "Îro lidarxistina mîhrîcana Lêlûn a navneteweyî ku li ser asta cîhanî ye, peyamek ji tevahî cîhanê re ye."   'Mîhrîcan wê ji dagirkeran re bibe bersiv'     Her wiha Hevseroka Meclîsa Rêvebir a Herêma Efrînê Şîraz Hemo jî diyar kir ku Gelê Kurd bi berxwedana xwe herdem li ser piyan e û wiha domand: "Gelê Kurd bi berxwedan û sekna xwe tevî hemû êrîşên dagirkeran, hebûn û doza xwe ya azadî û demokrasiyê îspat kirin. Mîrîcana Lêlûn jî mînaka vê yekê ye û wê ji hemû dagirkeriyê re bibe bersiv."   Piştî axaftinan peyamên ku ji aliyê derhêner, nivîskar û danervanên ku tevlî mîhrîcana Lêlûn a filma navneteweyî bûne ji beşdarvanan re ji aliyê sinevîzyonekê ve hat pêşkêşkirin. Paşê ji bo vekirina mîhrîcanê şano ji aliyê Endamên Komîna Sînema ve li ser çanda kevnar hat pêşkêşkirin. Her wiha Koma Çiyayê Kurmênc a stranên gelêrî û koma kalan a govendê hunerê xwe pêşkêş kirin.   Mîhrîcan di roja xwe ya yekem de filîma bi navê "Kurdê" li ser jiyana hunermendên Efrînê Bavê Selah hate pêşkêşkirin.   Hêjayî gotinê ye ku wê mîhrîcana lêlûn hefteyekê li kampa berxwedan û serdemê ya Kantona Şehbayê bidome û wê her roj filmên cur bi cur werin pêşkêşkirin.