Li Kampa Holê jinek hat qetilkirin 2020-09-21 16:25:49   HESEKÊ - Li Kampa Holê jina bi navê Cewahîr kuştî hat dîtin.   Li Kampa Holê ya ku 45 kîlometre li rojhilatê Hesekê dikeve duh êvarê cenazeyê jineke Iraqî hat dîtin. Hat diyarkirin ku jina bi navê Cewahîr bi rêbaza qetilkirinê ya DAÎŞ'ê hatiye kuştin.    Cewahîr a ku ji navçeya Kaîm a Iraqê ye xuşka wê jî ji aliyê jinên DAÎŞ'ê ve hatibû kuştin.    Hêzên parastina kampê derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.