2’emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Qamişloyê dest pê kir 2020-09-20 12:09:39     QAMIŞLO - Kongreya Star ya kantona Qamişloyê 2'emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya “Bi tekoşîna Hevrîn û Zehreyan em ê dagirkeriyê birûxînin şoreşa jinê misoger bikin” li bajarokê Rîmelan ê Girikêlgê da destpêkirin.    2’emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Qamişloyê bi dirûşmeya “Bi tekoşîna Hevrîn û Zehreyan em ê dagirkeriyê birûxînin şoreşa jinê misoger bikin” li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê da destpêkirin. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran bi tevlîbûna 120 delegeyi ji tevahî sazî û rêxistinên jinan yên ku di bin sîwana Kongreya Star de tê lidarxistin.    Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, axaftina vekirinê ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Ehmed ve hat kirin.   ‘Ji bo misogeriya azadiya tevahî jinan em ê têbikoşin’   Mizgîn wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di vê merherleya ku niha em tê re derbas dibin, êdî dem dema azadiyê ye. Bi hêza  kombûna ewqas jinên di bin sîwana Kongreya Star de em ê azadiya jinan û Rêber Apo misoger bikin û dagirkeriyê têk bibin. Pergalên desthilatdar dixwazin ku me ji vîna me ya azadiyê qut bikin û me hînî koletiyê bikin. Hêzên hegomonîk bi êrîşên xwe yên dijwar di ser rêxistina jinan re dixwazin qirkirina jin û civakê bi xwe re bînin. Her wiha ji bo ku xwe ji kirîza di hundirê xwe de xelas bikin, êrîşî nirxên mirovan dikin. Heta demekê em di nav vê pargalê de jiyan.  Lê bi şoreşa jinê re êdî hemû hevsengî hatin guhertin û jinan pêşengtî ji vê şoreşê re kir. Ger jin li hebûn, nasname û nirxê xwe xwedî dernekevin wê bi êrişên pergalên êrîşkar re rûbirû bimînin. Ji bo misogeriya azadiya tevahî jinan em ê têbikoşin.”      Piştî axaftina vekirinê, perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê Endama Komîteya perwerdê Hêvîdar Mihemed  ve hatin xwendin. Her wiha dê rapora du salan ji kar û xebatên Kongreya Star jî di berdewamiya konferansê debê xwendin û nîaşkirin. Dê di konferansê de hilbijartin bên çêkirin û biryarên bi encam ji bo pêşxistina xebatên jinan bên derxistin.   Konferans bi xwendina rapora du salan a kar û xebatê didome.