‘Bi cezayê ku li Muhlîseyê hat bîrin peyamek dan jinên Mûşê’ 2020-09-20 09:07:09   WAN - Girtiya nexweş ya HDP’î Muhlîse Karaguzel ya bi rîska ku çavên xwe winda bike re hatiye rû hev, bi îdiaya endamatiya rêxistinê ceza lê hat birîn. Parlamentera HDP’ê ya Muşê Şevîn Coşkun diyar kir ku cezayê li Muhlîseyê hatiye birîn, peyameke ji bo jinên Mûşê ye.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê ya berê Muhlîse Karaguzel (59) li Muşê di 10’ê tebaxa 2019’an de di sergirtina malê de hat binçavkirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Muhlîse ku gelek nexweşiyên wê yên kronîk hene, bi rîska ku çavên xwe winda bike jî rûbirû ye. Rûniştina doza girtiya nexweş Muhlîseyê rojên borî li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muşê hat dîtin. Di rûniştinê de bi hinceta endamtiya rêxistinêye 8 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.   Parlamentera Mûşê ya HDP’ê Şevîn Coşkun bertek nîşanê cezayê li Muhlîseyê hatiye birîn da û got zextên li dijî partiya wan didome û got: “Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde desthilatdarî konsepta êrîşê da destpêkirin û bi hilbijartinên 1’ê mijdara 2015’an de û operasyona siyasî da destpêkirin. Her wiha di 4’ê mijdara 2016’an de jî hevserok û parlamenterên me hatin girtin û heta niha jî girtî ne."   Şevînê, destnîşan kir ku AKP’ê di 5 salên dawiyê de li hemberê Gelê Kurd û bi giştî li hember hemû gelan polîtîkaya zext û zilmê da meşandin û wiha berdewam kir: “Ev polîtîkayên zilmê jî roj bi roj didomin. Bi vê re jî êriş, binçavkirin û operasyon pêk tên. Wek hemû bajaran li hember Mûşê jî êriş hene. Hevserokên me tên girtin. Endamên me tên girtin. AKP bi zextan desthilatdariya xwe didomîne.”   Şevînê balkişand ser cezayê li Muhlîseyê hatiye birîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sala borî hevala me hevseroka navendê Muhlîse Karaguzel hat girtin. Cezayê li Muhlîseyê hatiye birîn jî peyameke ji bo jinên Mûşê ye. Ji ber vîrûsê ji meha adarê de li Tirkiyeyê gelek kes jiyana xwe ji dest da. Bêguman girtî jî bi rîskek mezin re rûbirû ne. Nexweşên kronîk hene. Divê beyî bazarkirinê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Di serî de Muhlîse û hemû girtiyên nexweş divê bên berdan.”