'Em nebin amûr û sîxurên bicihanîna pilanên tunekirina xwe' 2020-09-20 09:04:50   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên ji bajarê Kobanê têkildarî sîxurkirina ciwanan a ji aliyê dewleta tirk ve  anîn ziman ku divê jin û ciwan neyên xapandin û wiha gotin:"Ji ber ku dewleta tirk nikare Kurdan tune bike, dixwaze me bi destên hev qetil bike û bi riya sîxurkirina zarokên me pilanên xwe bi cih bîne."   Dewleta tirk ev demeke ketiye nava tevgera avakirin û pêşxistina pergala sîxurkirina ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Şane û sîxurên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin, dan zanîn ku dewleta tirk miqdarek pere dide wan da ku agahiyên li ser bajar, hêzên leşkerî, rêxistinên siyasî û civakî, her wiha di derbarê kesên pêşeng ên di nava civakê de bidin wan û tevlîhevî û nakokiyan ava bikin. Jinên Kobanê têkildarî mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.    'Divê ciwan û jinên me neyên xapandin'   Jina bi navê Nayle Qere Elî teqez kir ku sîxurî tê wateya firotina gel û welatê xwe û wiha got:"Piştî ewqas şerê rû daye, berxwedana bêhempa û fedekariya bi hezaran keç û xortan, çawa gelê me li xwe qebûl dikin ku sîxurtiyê ji dijmin re bikin, welat û gelê xwe bifroşin. Di serî de em ji bo gelê xwe yên li Tirkiyeyê dibêjin tirk dijminên me yên bi salane û tu caran nabin dostên me. Lê mixabin ku hinek kes ji bo pereyan xwe difroşin dijminatî û bazirganiya gelê xwe dikin. Kobanê bi berxwedana xwe li tevahî cîhanê deng veda, bi saya xwîna bi hezaran zarokên me ev bajar hat rizgarkirin. Kesên ku sîxurtiyê ji tirkiyeyê re dikin, çawa qêmîşî navê Kobanê û berdelên ku hatine dayîn dikin. Ev kesên xayîn divê malbat, gel û welatê xwe bifikirin, bi siyaseta dijmin neyên xapandin û li şûna pereyan parastina axa xwe hilbijêrin."   'Dewleta tirk dixwaze me bi destên hev tune bike'   Her wiha Asya Şerîf Mislim banga hişyarbûna li dijî polîtîkeyên dewleta tirk kir û wiha got:"Divê gelê me hişyar tev bigerin, dewleta tirk bi rê û rêbazên cuda dixwaze me bixapîne da ku em welatê xwe bifroşin. Erdogan bi riya dolaran we dixapîne, dema ku karê xwe bi we xilas bike dê we qetil bike. Dewleta tirk xwest bi riya DAIŞ'ê û niha bi xwe jî me tune bike û axa me dagir bike, lê ev xwestek vala hat derxistin. Loma ew dixwaze niha me bi destên hev tune bike û şerê navxweyî ava bike. Lê pêkhatina vê xwestekê wê tu caran nebe, pere qirêja destan e û divê gelê me baldar bin. Kesên ku heta niha sîxuriyê dikin şerm e karê ku hûn dikin, dest jê berdin û nekevin xizmeta dijmin."   'Dem dema yekîtî û azadiyê ye'   Xanim Mamed jî wiha axivî:"Kurdên me yên ku di hembêza dewleta tirk de dijîn û ji bo pereyan xwe firotine, gelo hûn çima karên wiha dikin? Erdogan di dema şerê Kobanê de li benda binketina Kobanê bû. Lê ev yek wê bibe hesreta Erdogan û tevahî dewletên desthilatdar. Ji ber vê divê gelê me nebin alîkarê pêkanîna xeyalên Erdogan yên dagirkirina herêmên me. Êdî bese ji dijmin re, li şûna ku em hevdû bidin kuştin em berê xwe bidin dewleta tirk û Efrîn, Serêkanî û Girê Spî rizgar bikin. Dem dema yekîtî û azadiyê ye."