Êrişê nasnameyê dikin! 2020-09-20 09:03:40   Medya Uren   AMED - Êrişên nîjadî yên li Sakarya û Afyonê pêk hat bû rojeva sereke a Kurdistaniyan. Kurdên di salên 90'î dê ji ber polîtîkayên şerê taybet ji neçariyê koçber bibûn, her wiha kurdên ku ji bo debara xwe bikin berê xwe dabûn bajarên Tirkiyeyê bi êrişên nîjadî re rûbirû dimînin. Ev êrîş jî wekî polîtîkayek tê meşandin, kujer û êrîşkar tu carî nayên darizandin.    Êrîşên li hemberî karkerên kurd ên li Sakarya û Afyonê bû rojeva sereke ya Kurdistaniyan. Di nava raya giştî de çend bûyerek rêze hat dîtin jî di rastiya xwe de ne wisa bû. Ji ber ku bi salanê li hemberî kurdan polîtîkayeke bi vî rengî ji hêla dewletê ve tê meşandin. Ev bûyer ne destpêk bû û ne jî ya dawiyê bû. Bi salane li bajar û metrepolên Tirkiyeyê kurd êrişên bi vî rengî re rûbirû dimînin.    Ji ber polîtîkayên şer ên taybet ên salên 90'î bi hezaran malbat koçberê metrepolan bûn. Koçberî, xizanî û bêkarî her tim bû para kurdan lê dema gotin em kurdin, bêtir bi êrîşên hovanê re rûbirû man. Ji ber feraseta dewletê ya li hemberî herêmê jî gelek ciwan berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê û li vir di karên herî zehmet de dixebitin. Dîsa karkerên demsalî jî bi malbatên xwe re ji bo debara birêdikevin diçin bajarên tirkan. Ligel jiyana zehmet bi êrîşên nîjadî re jî rûbirû dimînin. Ev kes ji ber nasnameya xwe tên vederkirin.   Em ê çend bûyerên ku bi taybetî jî di rojeve de mane bînin ziman. Her wiha gelek bûyer hene ku qet nebûne rojev, wekî bûyerên rêzê û an jî kuştinekê rêzê hatin nixandin.    * Şîrîn Tosun 19 salî ye û bi malbata xwe re çû Sakaryayê û li vir karê demsaliyê dike, ji ber ku bi kurdî axivî ji aliyê 6 nîjadperestên tirk ve bi êrîşa çek ve rûbirû man. Şîrîn piştî 54 rojan jiyana xwe ji dest da. Kujer hêj jî nehatin darizandin.    * Di 15’yê cotmeha 2019’an de Ekrem Yaşlı (74) yê ku li nexweşxaneya Çanakaleyê tedavî didît ji ber ku kurdî axivî ji aliyê nîjadperestê bi navê Hakan Kalmaoglu (22) ve bi şîdetê re rûbirû ma. Ekrem birîdar bû û piştî îfadeya êrîşkar hat girtin serbet hat berdan.    * Di 31’ê gulana 2020’an de Barış Çakan ê 20 salî ku ji Agiriyê ji ber ku stranên kurdî guhdar kiriye li Enqereyê ji aliyê komekî bi erişê re rûbirû ma û hat kuştin. Piştî bûyer di nava raya giştî de dengveda, dewletê hewilda ku bûyerê binixumîne. Xwestin weke kuştinekî ji rêzê nîşan bide.    * Di 14’yê hezîarana 2020’an de li Gîresûnê Osman Înan bi îdaya ku wêneyê Selahadîn Demîrtaş parvekirine ji aliyê komekî 60 kesî ve bi êrîşê re rûbirû ma.    * Di 15’yê tîrmeha 2020’an de li Şirnexê çawişê pispor A.A hewilda tecawizê zaroka 10 salî bike ji hêla derdoreve hat girtin. Lê belê A.A piştî ku îfade da û bi hinceta ku alkol girtiye bûyer hat binixumandin.    * Di 15’yê tîrmeha 2020’an de Îpek Er li Beşîriyê ji ber ku çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawiz kir, xwe întîxar kir. Îpek Er li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da û Mûsa Orhan jî serbest hat berdan.    *Di 4’ê îlona 20 de malbata Demîr ên ku ji bo karê demsalî ji Mêrdînê çûn Sakaryayê li wir bi şîdeta komekî nîjadî hatin. Malbata ku bi kêran gef lê hatine kirin neçar man ku bajar terk bikin.    * Di 13’yê îlona 2020’an de li navçeya Dînara girêdayî navçeya Afyonê ciwanekî kurt ên ku ji Erdîşî bi êrişa nîjadî re rûbirû man. Di encama êrişê de Ozkan T. jiyana xwe ji dest da. Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn.   * Dogan Çetînê li Edîrneyê leşker bû got “Xwezî min perwerdeya kurdî dîtiba” rastî êrişa nîjadperest a 2 leşkeran hat. Dogan jî da zanîn ku gelek fermandarên wan jî piştgirî dan êrîşê.