ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2020'Î 2020-09-20 09:00:00   * Kollektîfa Jinan bi Komeleya Berî Her Tiştî Zarok re projeya "Xewna Zarokan, Cîhana Jinan" xist meriyetê. Koordînatora Kollektîfa Jinan Arzû Sunar diyar kir ku armanc dikin ku zarokan ji pêlîstokên plastîk dûr bixin û got: "Zarok çîrokên xwe dibêjin, jin jî pêlîstokên wan çîrokan çêdikin. Çîrok bi kurdî ne û ji bo pêlîstokan jî cilên gelerî tên çêkirin." BI DÎMEN    *Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed di derbarê dorpêça li ser Wargeha Mexmûrê de wiha got:"Di tu zagonên cîhanê de tiştekî wiha nîne ku wargehek penaberan bi salan di bin dorpêçê de be. Pêwist e dorpêça li ser Wargeha Mexmûrê demildest bê rakirin." DÎMEN HEYE   * Êrişên nîjadî yên li Sakarya û Afyonê pêk hat bû rojeva sereke a Kurdistaniyan. Kurdên di salên 90'î dê ji ber polîtîkayên şerê taybet ji neçariyê koçber bibûn, her wiha kurdên ku ji bo debara xwe bikin berê xwe dabûn bajarên Tirkiyeyê bi êrişên nîjadî re rûbirû dimînin. Ev êrîş jî wekî polîtîkayek tê meşandin, kujer û êrîşkar tu carî nayên darizandin.    *Jinên ji bajarê Kobanê têkildarî sîxurkirina ciwanan a ji aliyê dewleta tirk ve  anîn ziman ku divê jin û ciwan neyên xapandin û wiha gotin:"Ji ber ku dewleta tirk nikare Kurdan tune bike, dixwaze me bi destên hev qetil bike û bi riya sîxurkirina zarokên me pilanên xwe bi cih bîne." DÎMEN HEYE   *Karkerên Demsalî yên li Polatli pîvazan kom dikin rojaneya wan 70 lîra ye. Karkerên ku bi her cureyê binpêkirina maf rû bi rû dimînin, ji şert û mercan bi gazinc in. Jinên ku hem li ser erd û hem jî kar û barê malê dikin vê binpêkirinê du qat dibînin. DÎMEN HEYE   *Şîlana ku bi rîçal, marmelat û çaya xwe zivistanê tê ser sifreyên me, çavkaniya şifayê ye, ji bo gelek nexweşiyan tê pêşniyarkirin.    *Girtiya nexweş ya HDP’î Muhlîse Karaguzel ya bi rîska ku çavên xwe winda bike re hatiye rû hev, bi îdiaya endamatiya rêxistinê ceza lê hat birîn. Parlamentera HDP’ê ya Muşê Şevîn Coşkun diyar kir ku cezayê li Muhlîseyê hatiye birîn, peyameke ji bo jinên Mûşê ye. BI DÎMEN    *Di çapemeniyê de gotinên nîjadperest û zayendperest her diçe zêde dibin. Bersiva vê jî wê jinên berxwedêr bidin. Civak ber bi ku ve diçe? Nîjadperestî, rizandin, xistin wek vîrusekê belav dibe. Em hinek matmayî li van geşedanan dinêrin, hinek jî êdî normal dibînin. Tiştên em dibêjin nabe dibe; Her wiha li ber çavan.. hema hema her roj jinek tê kuştin, an jî jin ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê rastî êrîşê tên. Yek ji sedema hedefgirtina jinan û nîjadperestiyê desthilatdariya heyî ye. Ligel polîtîkayên zayendperest û polîtîkayên dijminê jinê, dijberbûna Kurdan jî êdî ji êrîşan re zemînê ava dike.