Tedawiya Sevdaya ku hat kêrkirin dewam dike 2020-09-19 15:15:51   AMED - Sevda Yalat ji aliyê mêrê ku pêre zewicî Samet Yalat vê bi darbeyên kêrê hat birîndar kirin. Ligel tedawiya Sevdayê li nexweşxaneyê didome jî Samet hêj  nehatiye girtin.    Sevda Yalat (35) ji aliyê mêrê ku pêre zewicî Samet Yalat (40) ve li nêzî mizgefta Hz. Suleyman a navçeya Sûra Amedê hat kêrkirin. Sevdayê ku bi giranî birîndar bû 3 rojan li beşa awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ma û niha jî tedawiya wê didome. Lê Samet Yalat hêj nehatiye girtin. Hat diyar kirin ku ji ber ku Sevda xwestiye doza hevberdanê veke her tim bi şîdetê re rûbirû maye.     Sevdayê ku her tim bi şîdetê re rûbirû dima nekarî ji malbata xwe re bêje. Sevda her tim bi tehdîtên Samet ve rûbirû maye. Sevda dayika 4 zarokan piştî demekî berê xwe dide mala dayik û bavê xwe. Dema diçe malê jî her tim bi tehdîtên Samet re rûbirû dimîne û çend gilî bên kirin jî derbarê wî de tu tişt nehatiye kirin. Her çend Sevda dixwaze doza hevberdanê veke jî Samet Sevdayê qeneh dike. Herî dawiyê jî Sevda li kolanê ji hêla Samet ve tê kêrkirin. Samet Yalat hêj nehatiye girtin.