Li Wanê ciwanan li dijî polîtîkayên zextan daxuyanî dan 2020-09-19 14:20:56   WAN - Ciwanên Wanê ên HDP'ê û endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê li dijî zext û zordariya li hemberî ciwanan daxuyaniyek dan û gotin: "Divê bê zanîn ku ciwan tu carî li hemberî polîtîkayên zextan paşve gav navêjin."   Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ciwanên Wanê ên HDP'ê derbarê gefên li hemberî ciwanan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya partiyê hat dayîn. Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç û Dîrayet Dilan Taşdemîr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyanî ji hêla endamê Meclîsa Ciwanan Serhat Sonmez ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji roja ku meclîsa me hat avakirin heta îro her tim bi zextan re rûbirû ma. Xebatên ciwanan her tim hatin îlegalîzekirin. Heta îro bi sedan endamên me hatin binçavkirin. Bi tehdît û îşkenceyê re rûbirû man. Bi dehan hevalên me jî ji ber ku xebatên meclîsê kirine niha girtîne. Her wiha bi dehan hevalên me ji hêla polîs û îstîxbaratvanan ve hatin rewandin, bi tehdîtê re rûbirû man û sixûrtî li wan hatin ferzkirin. Divê bê zanîn ku bi kiryarên wisa nikarin têkoşîna me ya ciwanan rawestînin, em tu carî paşve gav navêjin. Em ê bi têkoşîna xwe polîtîkayên zext û zordariyê teşhîr bikin. Em bang li ciwan û raya giştî dikin ku li dijî polîtîkayên çewisandinê bibin yek."   Parlamenterê WANÊ Murat Sarisaç jî di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên ku li hemberî kurdan tê meşandin û wiha axivî: "Kesên ku xwe wekî endamên MÎT'î nîşan didin rêya endamên partiya me û rêya ciwanên me tên girtin û tên revandin, sixûrtî li wan tê ferzkirin."