Li dijî tundiya li ser jinê Tevgera Jinên Ciwan belavok belav kir 2020-09-19 13:16:11 HELEB - Tevgera Jinên Ciwan a Bajarê Helebê li dijî tundiya li ser jinê û bi dirûşma “Serhildana jinên ciwan tolhildan e” li kolanan belavok belav kirin.   Tevgera Jinên Ciwan a Bajarê Helebê li dijî tundiya li ser jinê bi hemleyekê rabûn. Jinên Ciwan a navenda Şehîd Tîman li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê helebê belavok belav kirin. Bi dehan jinên ciwan tevlî hemleya belavkirina belavokan bûn. Nêzî 300 belavokî li jinên ciwan ên taxê û yên dibistanan hat belavkirin. Di belavokan de nivîsên weke ”Na ji kuştina jinan re, jin layiqî jiyaneke azad û aram e”,”Na ji zewaca di temenê biçûk de” hatibû nivîsandin.  Her wiha bi kurtasî li ser sedema û neyîniya zewaca di temenê biçûk de hatibû nivîsandin.   Têkildarî mijarê Endama Tevgera Jinên Ciwan Şemse Elî ser hemleyê axivî û ev tişt got: "Bi armanca hişyarkirina jinên ciwan û rakirina tundiya ku ser wê tê kirin, me dest bi hemleya xwe kiriye. Jin bi hemû awayan rastî tundiyê tê. Em dixwazin rê li pêşiya vê yekê bigirin û jinan birêxistin bikin. "