Çalakiya Xizmên Windayan di hefteya 606'an de ye 2020-09-19 12:32:43   AMED - Xizmên windayan di hefteya 606'an de çalakiya xwe li dar xistin û aqûbeta Hakki Kaya pirsîn.    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 606'an de bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" bi rêya medyaya civakî daxuyanî dan û aqubeta windayan pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yakup Guven, daxuyanî da û aqûbeta Hakki Kaya yê di sala 1996'an de hatibû revandin pirsî.   Yakup, anî ziman ku Hakki karkerê neqliyatê bû û wiha got: "Di 18'ê mijdara 1996’an de kesên bi çek we bi Torosa Spî revandin. Wê demê li gel Ahmet Yaşar û Metin ku paşnavê wî nehat zanîn ji tenişta Lîseya Ziya Gökalp diçûn Yekderî (Tekkapi) yê Sûrê. Di rê de maşîna Torosa Spî ya plakeya wê ‘06 EKN 22’ nêzî wan bû. 3 kesên çekdar ku xwe wekî polîs dan nasîn, li nasnameyên wan nerî. 3 kesên çekdar pirs ji Hakki pirsîn û pişte 3 kes li maşînê suyar kirin û revandin. Dema maşine gihişt Lîseya Pîşeyî ya Endustriyê ji xeynî Hakki Kaya, hevalên wî Ahmet û Metîn ji maşînê daxistin. Ahmet, xwest hevalê wî Hakki jî serbest berdin. Lê 3 kesên bi çek neheqî li wan kirin û çûn. Ahmet Kaya ku polîsan bi maşîna spî ya Toros ew li ber Lîseya Ziya Gökalp li erebê suwar kirin carek din agahî jê nehat girtin."    Yakup destnîşan kir ku kurê Hakki Kaya Efendi Kaya di 27'ê mijdara 1997’an de serî li Dozgerê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê  (DGM) daye û piştî serlêdan kirin, dest bi lêpirsînê kirine. Yakup, bilêv kir ku 23 sal in hêj lêpirsîn didome û bi encam nebûye. Hêj tu agahî der barê Hakki Kaya de bi dest nexistine.