Aktîvîstên TJA'yê ji bo kampanyayê dê mal bi mal bigerin 2020-09-19 09:49:41   Hîkmet Tunç   WAN - Xebat û plansaziya kampanyaya TJA'yê ya "Em xwe diparêzin" li Wanê hat destpêkirin. Aktîvîstên TJA'yê yên Wanê destnîşan kirin ku dê bi kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û bi gel re li dijî polîtîkayên şer ên taybet rêbazên têkoşînê biafirînin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tecrîdê, li dijî şîdeta li hemberî jinan û li dijî êrişên nîjadî ya li hemberî Gelê Kurd bi navê "Em xwe diparêzin" dan despêkirin. Li gelek bajarên herêmê starta kampanyayê hat dayîn. Kampanyaya ku dê 4 mehan bidome li Wanê bi coş û kelecanekî mezin starta wê hat dayîn. Civaknas Neslîhan Şedal, Aktîvîsta TJA'yê Dîlan Yildiz û Aynûr Sarica, hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Artemêtê Şukran Kaymak derbarê kampanyayê de ji ajansa me re axivîn.    Neslîhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên êrişên zayendî ya li hemberî jinan û got: "Ev polîtîkayên êrişên zayendî êdî ji rêze tên dîtin. Em ê jî li dijî polîtîkayên bi vî rengî bi kampanyaya xwe têkoşînek birin û li dijî vê zîhniyetê derkevin. Her wiha em dixwazin li dijî polîtîkayên taybet ên li herêmê tê meşandin derkevin. Divê jin xwedî li vê kampanyayê derkevin. Em ê xwedî li beden, nasname û zimanê xwe derkevin."   Dîlan, diyar kir ku li dijî her cûreyên şîdetê ya li hemberî jinê dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: "Em ê bi dirûşma 'Em xwe diparêzin', li her kolanê biçin hemû malan. Em ê behsa polîtîkayên qirêj bikin û banga xwe parastinê bikin. Her wiha niha gelek aktîvîstên TJA'yê girtî ne, em ê ji bo wan bernameyên cuda li dar bixin."    Aynûr, da zanîn ku tu carî êrîşên li hemberî ziman û nasnameyê qebûl nakin û wiha bi lêv kir: "Em ê li her qadê hewl bidin ku çanda xwe bidin jiyîn. Li dijî hemû cureyên cudakariyê û êrîşên li hemberî Gelê Kurd têkoşîna xwe bidomînin. Em ê kesên ku têkoşîna jinê dide xeteke hevpar a têkoşînê avabikin."   Şukran Kaymak, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa taxan û got: "Taciz, tecawiz û hişbir li taxan gelekî zêde bûye. Her roja ku derbas dibe jî jinek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji des dide û wekî xwekuştiyê tê nîşandan. Ji bo me xwekuştina jinan bi guman e. Em ê bêtir baldar nêzî vê mijarê bibin. Her wiha em ê ji bo malbatan agahiyên wekheviya zayendan bînin ziman. Ji bo malbatan tişta herî girîn jî mezinkirina zarokan e û heke zarok li dijî rolên zayenda civakî bên mezin kirin dê gelek tişt biguherin. Em ê di çarçoveya kampanyayê de xebatên xwe bidomînin. Em bi jinên taxê re rê li dijî her cureyên şîdetê rê û rêbazên têkoşînê bigerin."