'Li Wanê girtî di grevê de ne' 2020-09-19 09:12:25   WAN - Endama OHD’ê parêzer Ekîn Yeter, diyar kir ku îdareya girtîgeha Tîpa F ya Wanê ji bo girtiyên ku dibêje ‘bi xeterin’ nan hindikî didin û got yek ji daxwaza girtiyên di grevê de jî ev e ku ev pêkanîn bê rakirin. Ekînê bi lêv kir ku divê STO, li dijî grevên hatine destpêkirin xwerexnedayî nêz bibin.   Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan didomin. Li girtîgeha Tîpa F ya Wanê girtiyên siyasî li dijî pêkanînan dest bi greva birçîbûnê kirin. Di 14’ê îlonê de hat diyarkirin ku wê her carê 9 kes, 10 rojan bi awayekî dorveger bikevin grevê. Daxwaza girtiyan ev e ku pêkanînên di dema OHAL’ê de ketine dewrê û hîna tên meşandin bila bidawî bin.   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ekîn Yeter derbarê serdana li girtîgeha Tîpa F ya Wanê kirine û grevê de axivî. Ekîn destnîşan kir ku binpêkirina mafan her diçe zêde dibe û got: “Mekanîzma zextê ya desthilatdariyê li girtîgehan baş tê dîtin. Bi pêvajoya vîrûsê re rewş li girtîgehan hîn bêtir giran bûn. Hinek tedbîr tên girtin. Lê her ku pêvajoya vîrûsê dirêj dibe, me tespît ku mekanîzma zextê bûye alav. Desthilatdariya divê şert û mercan baş bike, li dijî vîrûsê tedbîran bigire her diçe tecrîdê girantir dike.”   ‘Qedehek ava cilan didin’   Ekînê di berdewamiyê de daxuyakirin ku rejîma siyasî demeke vîrûsê wek rêbaz bikar tîne û got: “Me ev di serdanên girtîgehan de dît. Girtiyan tecrîd dikin û wan diçewisînin. Ji destpêka vîrûsê heta niha me 5-6 rapor weşand. Me li ser vegotinên girtiyan tespîtên xwe kir. Pêkanînên kêfî hene. Mînak rûpûş û lepik her tim nedihatin dayîn. Odeyên hevdîtinê mehê carê tê dezenfektekirin. Ji bo odeyên 20 kes lê dimîne, çend rojan carê qedehek ava cilan tê dayîn.”   ‘Divê em xwerexneyî nêz bibin’   Ekînê her wiha anî ziman ku binpêkirinên mafan demek dirêje didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Greva birçîbûnê rewşa binpêkirina mafan datîne holê. Çima çalakiyên din ne çima grev? Divê em vê lêpirsîn bikin. Divê rêxistinên civaka sivîl xwerexnedayî nêz bibin. Daxwazên girtiyan bi awayekî xurt xwe li derve nîşan neda. Ji ber vê jî ketin greva birçîbûnê.   ‘Nan hindik didin’   Ekînê balkişand ser daxwazên girtiyên ketine grevê û got: “Li girtîgehan em gotinên wekê ‘bi xetereye’ dibînin. Rewşa îzolekirinê ya van girtiyan mijara gotinê ye. Bi girtiyên din re têkiliya wan tune. Dibêjin bi ‘xetere’ û nan kêm didin. Ev li dijî rêgeze wekheviyê ye. Tu aliyê vê yê qanûnî tune.”   ‘Ferzkirina daxwaznameya poşmaniyê heye’   Ekînê di dawiya axaftina xwe de daxwazên girtiyan rêz kir û wiha dawî lê anî: “Di nav daxwazan de guhertina odeyan, dayîna weşanên kurdî û her wiha rawestandina ferzkirina daxwaznameyên poşmaniyê. Mafê girtiyan heye ku odeyên xwe biguherin. Girtî vê di rewşa zehmet de bikar tînin. Pirtûkên kurdî nayên dayîn. Li ser ziman zext heye. Bi mehan pirtûkek Kurdî tê lêkolînkirin û nayê dayîn. Mafê girtiyan mafdar û rewaye.”