'Jinê bi pêşengtiya xwe navê xwe li dîrokê nivîsand' 2020-09-19 09:05:19   Lîlav Elî   ŞEHBA - Ji Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîde Xelîl rol û pêşengtiya jinê ya di nava civakê de anî ziman û wiha got: "Jina ku ji aliyê hişmendiya civaka baviksalarî ve hatibû bidestxistin bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ji nû ve zindî bû."   Her çiqas hişmendiya civakê li ser jina Kurd serwereya xwe bide avakirin jî, lê dîsa jina kurd di hemû mercên dijwar de hebûna xwe parastiye û bi serhildana xwe bûye pêşenga civaka xwe. Mînaka herî berbiçav jî di dema Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de kêlî bi kêlî derket holê. Jina kurd Şoreşa Rojavayê Kurdistanê veguhert şoreşa jinê. Vê şoreşê mohara xwe li dîrokê xist û di hemû cîhanê de deng veda. Ji Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Efrînê Wehîde Xelîl di derbarê pêşengtiya jinê ya di nava civakê de nêrîna xwe bi me re parve kir.   'Jin li Rojavayê Kurdistanê pêşengtiya hemû xebatan dike'   Wehîdeyê di destpêka gotina xwe de balkişand ser pêşengtiya jinê ya di nava civakê de û wiha got: "Dema ku mirov balê bikşîne ser dîrokê wê bibîne ku li kîjan cihî çirûska azadiyê pêketiye. Jina Kurd herdem li pê azadiyê meşiyaye û bûye pêşenga civaka xwe. Mirov dema behsa pêşengtiyê dike, yekem jina kurd tê bîra mirovan. Mînaka wê jî Şoreşa Rojava ye. Jinê bi pêşengtiya xwe navê xwe li dîrokê nivîsand. Niha jina kurd di Rojavayê Kurdistanê de pêşengtiya, siyaset, perwerde, parastin, dîplomasî, rêxistinkirina jinan û perwerdekirina mêran dike. Di pêngava yekem a pêşengtiyê de jinê guhertin û veguhertinên dîrokî kir. Em niha jî mêze bikin di nava kîjan karî de jin nînbe ew kar zêde bi ser nakeve, lê dema jin hebe û bi rê ve bibe ew kar bi ser dikeve û serkeftinên pir mezin bi xwe re tîne.  Jina ku ji aliyê hişmendiya civaka baviksalarî ve hatibû teslîmgirtin, bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ji nû ve zindî bû."   'Jinê bi têkoşîn û israra xwe şoreş xwe bi ser xist'    Wehîdeyê di dewama gotina xwe de diyar kir ku  bi pêşengtiya jinê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat avakirin û wiha domand: "Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêşengtiya ku jinê kirî, bû sedama avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Her wiha ji ber ku li Sûriyeyê gelek malbat û civak li ser hişmendiya Rejîma BAAS'ê hatibûn birêvebirin, di destpêkê de gelek zehmetî hatin jiyîn, lê jinê bi têkoşîn û israra xwe bi ser xist û civaka ereb jî bi rêxistin kirin."   'Pêşengtiya civakê bi qêrîna dengê jinê ya ji bo azadiyê dest pê kir'    Wehideyê herî dawî bal kişand ser pêşengtiya jinê ya di şerê Efrînê de û wiha bi dawî kir: "Heta roja îro jî êrişî nirxên jinê tê kirin. Di şerê Efrînê ya di 20'ê çileya 2018'an de dewleta tirk û çeteyên wê bi hovane êriş kirin û di wan êrişan de destkeftî û pêşengtiya jinê hedef hat girtin. Di wî şerê de jî gelek jinan jiyana xwe ji dest dan, lê heta roja îro jî jinên Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin û pêşengtiya hemû tiştan dikin. Jina kurd tevî hemû êrişên tunekirinê û şêweyên binpêkirina jiyana wê her dem têkoşiya. Pêşengtiya civakê ji qêrîna dengê jinê ya ji bo azadiyê dest pê kir."