'Em ê li dijî armanca desthilatdaran a têkbirina îradeyê bisekinin' 2020-09-19 09:04:01   Sara Şêx Hesen   HELEB - Ji Rêveberiya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Heyfe Hesen di derbarê tundiya li ser jinê de nêrînên xwe parve kir. Heyfeyê da zanîn ku di demên dawî de tundiya li ser jinê zêde bûye û wiha got: "Divê bi awayekî lezgîn hemû sazî û dezgehên pêywendîdar ên ku banga parastina mafê mirovan û jinan dikin, li pêşiya xwekuştin, qetilkirin, tecawiz û îşkenceya jinan rawestin, ji ber armanca desthilatdaran şikandina îradeya jinê ye. Em ê li dijî armanca desthilatdaran a têkbirina îradeyê bisekinin."   Di van demên dawiyê de tundî, xwekuştin û qetilkirina jinan li her derê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêde bûye. Her wiha dewleta tirk û komên girêdayî wê her roj, li herêmên ku kirine bin kontrola xwe yên mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî tundî, revandin, îşkence û qetilkirina jinan pêk tînin. Girêdayî xwekuştin, qetilkirin û tundiya li ser jinê Rêveberiya Meclîsa Jina Sûriyê Heyfe Hesen nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir.   'Rewşa jinan her ku diçe li cihê dagirkirî xirabtir dibe'    Heyfeyê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser tundiya li ser jinê û wiha pê de çû: "Her roj jin li her deverên cîhanê rastî tundî û qetilkirinê tên. Her wiha piştî dagirkirina Serêkanî û Efrînê her roj kiryarên dijmirovî li wan herêman rû dide mîna kuştina jinan, revandin, qetilkirin, tacîz û tecawiz. Her ku diçe rewşa jinan li cihê dagirkeriyê xirabtir dibe, bi hemû cureyan jin tên îşkencekirin û tundî li ser tê meşandin. Dewleta tirk û çeteyên wê jin kiriye armanca êrîşên xwe û jin her roj li wan deveran bi êrîşên derûnî, zewaca di temenê biçûk de rû bi rû tên hiştin. Ew kiryarên li ser jinê dihêle ku jin xwe întihar bikin. Armanca van êrişan hemû şikandina îradeya jinê ye û li wan herêman zagonek jî tune ye ku mafê jinê were parastin."    'Şerê teybet li ser jinê didin meşandin'   Heyfeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şerê taybet li ser jinê tê meşandin û wiha domand: "Li hemû aliyan şer heye, lê dijmin di dema niha de herî zêde şerê taybet dimeşîne.  Armanca şerê taybet guhertina hişmendiya civakê ye û dijmin dixwazin mejiyê civakan li gor xwe bi teşe bikin. Bi pêşketina teknolojiyê re ev hîn şênber hate dîtin ku xeyalekê di mêjiya mirovan de ava dikin û însanan bi vê rêbazê dixapînin. Berê di herêmên me de ewqas xwekuştin û qetilkirin tunebû, lê di van demên dawiyê de pir zêde bûye. Ev jî hemû di dema şerê DAIŞ'ê û dewleta tirk de pêş ket. Rast e DAIŞ li herêmê têk çû, lê weke zêhniyet hîn bandorên wê li ser herêmê heye. Li hember vê zihniyetê, berxwedan û xebatek pir mezin pêwist e. "    'Em hêza xwe ya azadiyê ji tevahî jinan digirin'   Heyfeyê herî dawî banga mafê mirovan kir da ku pêşiya qetilkirina jinan were girtin û wiha bi dawî kir: "Divê bi awayekî lezgîn hemû sazî û dezgehên pêywendîdar yên ku banga parastina mafê mirovan û jinan dikin, li pêşiya xwekuştin, qetilkirin, tecawiz û îşkenceya jinan rawestin. Jin civakê ava dikin û dihêle mirov bijî. Jin bingeha hemû guhertin û veguhertinê ye ji bo wê divê li ku derê jin rastî, tundî, qetilkirin û tecawizê were em rabin ser piyan û mafê wan biparêzin. Ger em xwedî li jinê derkevin em ê xwedî li civaka xwe jî derkevin. Em ê jî weke Meclîsa Jinên Sûriyeyê heta dawiyê ji bo azadî û hebûna jinan kar û xebatê bikin, ji ber em hêza xwe ya azadiyê ji tevahî jinan digirin. Banga min ji tevahî jinan re heye bila ji bo xwe perwerdeyê bingeha her tiştî bibînin."