ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2020'Î 2020-09-19 09:00:00   *Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) çanda kardestiyê ya jinan ji bo nedin jibîrkirin berhemên ku bi destên xwe çêdikin ji bo bifiroşin li dikana hatiye vekirin kom dikin.  Kevser Bulut a li ber dikanê ye  got: “Armanca me ya vekirina vê dikanê hem alîkariyek e ji bo jinan û hem jî jiyandina çanda xwe ye. Divê jin xwedî li çanda xwe derkevin." DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Heyfe Hesen di derbarê tundiya li ser jinê de nêrînên xwe parve kir. Heyfeyê da zanîn ku di demên dawî de tundiya li ser jinê zêde bûye û wiha got: "Divê bi awayekî lezgîn hemû sazî û dezgehên pêywendîdar ên ku banga parastina mafê mirovan û jinan dikin, li pêşiya xwekuştin, qetilkirin, tecawiz û îşkenceya jinan rawestin, ji ber armanca desthilatdaran şikandina îradeya jinê ye." DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîde Xelîl rol û pêşengtiya jinê ya di nava civakê de anî ziman û wiha got: "Jina ku ji aliyê hişmendiya civaka baviksalarî ve hatibû bidestxistin bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ji nû ve zindî bû."DÎMEN HEYE   *Li dijî tecrîda li Îmraliyê jinan nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Tecrîda ku li hemberî Abdullah Ocalan pêk tê nayê qebûlkirin. Li dijî tecrîdê tekane rê xwebirêxistinbûn e. Bi rêxistinbûnê em dikarin têkoşînê li hemberî tecrîdê bidin." BI DÎMEN    *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo rapora NY'ê ya 14'ê Îlonê ya têkildarî sûcên şer ên ku dewleta tirk û hevkarên wê li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî pêk tîne nirxand. Evînê anî ziman ku divê saziyên mafên mirovan bi erka xwe ya wicdanî rabin û wiha got: "Pêwist e Neteweyên Yekbûyî hesab ji Tirkiyeyê bipirse û tenê daxuyaniyan nedin." DÎMEN HEYE   *Jinên ku li baxçeyên xwe bi kedek mezin sebze çandin niha dest bi komkirina wê kirine û ji bo xwarinek organîk û tenduristiyê amadekariya zivistanê jî dikin û piştgiriyê didin aboriya malê. BI DÎMEN    *Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya ji ber pandemiyê navber dabû qursên xwe dîsa dest pê dike. Kudret Uçuk ku mamosteya komeleyê ye, bang li Mêrdîniyan kir û got: “Ji 7’an heta 70’ê em perwerdeyê didin her kesî. Kesên ji muzîkê hez dikin jî bila qeyda xwe çêbikin.” DÎMEN HEYE   *Endama OHD’ê parêzer Ekîn Yeter, diyar kir ku îdareya girtîgeha Tîpa F ya Wanê ji bo girtiyên ku dibêje ‘bi xeterin’ nan hindikî didin û got yek ji daxwaza girtiyên di grevê de jî ev e ku ev pêkanîn bê rakirin. Ekînê bi lêv kir ku divê STO, li dijî grevên hatine destpêkirin xwerexnedayî nêz bibin. BI DÎMEN    *Emîne Şenyaşar a ku du lawên wê û hevjînê wê ji aliyê xizmên Îbrahîm Halîl Baran ê AKP'yî ve hatin qetilkirin û ji bo daxwaza edaletê çû Enqereyê wiha got:"Em zilim êdî nayê ravekirin. Em êdî vê zilmê nikarin ragirin. Em li dû edaletê ne lê edalet tune ye." Emîneyê di heman demê de ji bo rûniştina ew ê di 2'yê cotmehê de bê dîtin banga beşdariyê kir. BI DÎMEN    *Xebat û plansaziya kampanyaya TJA'yê ya "Em xwe diparêzin" li Wanê hat destpêkirin. Aktîvîstên TJA'yê yên Wanê destnîşan kirin ku dê bi kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û bi gel re li dijî polîtîkayên şer ên taybet rêbazên têkoşînê biafirînin.  BI DÎMEN